YRK’ê nasnameya gerîlayeke şehîd ragihand

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya gerîlayê xwe ku 7’ê Çileyê şehîd bûbû, eşkere kir.

YRK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di 7’ê Çileya 2021’an de gerîlayê wan Hemze Rojhelat di encama bûyerekê de şehîd bûye.

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya gerîlayek şehîd eşkere kir.

YRK’ê liser nasnameya şehîd ev agahî parvekir; “Di 7’ê Çileya 2021’an dede hevalê me Hemze Rojhilat dema li ser erkê xwe yê şoregşerî bû, di encama bûyerekê de şehîd bû. Em destpêkê sersaxî ji malbat, hemû gelê welatprêz re dixwazin. Heval Hemze ji nav malbatek welatparêz de çavê xwe li dinyayê vekiriye. Ji zarokatiyê ve di nava malbatek welatparêz de mezin dibe. Heval Hemze Rojhilat, weke ciwanek Rojhilat û ruhê welatparêzî tevlî nava gerîla bibû. Di jiyana şoreşgeriya xwe de di nava rêhevalên xwe de weke kesayetek fedekar û wêrek dihat nasîn. Bi ruhê xwe yê ciwanî çi erka diket ser mil dikir û pêk dianî. Di nava hevalên xwe de weke mînaka fedekarî û hevaltî bû. Em weke rêhevalên wî yên têkoşer soza xwe ya ji bo hemû şehîdan dûbare dikin, heta dawiyê emê rêya wan bişopînin. Heya dilopek xwîna me mabe, emê ji bo azadiya welatê xwe û tola şehîdan têkoşînê bikin.”