YRK'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd ragihand

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya 3 gerîlayên ku di demên cuda de şehîd bûne ragihand.

Navenda Ragihandinê ya YRK'ê agahiyên nasnameyê ya 3 gerîlayên şehîd di Heftiya Lehengiyê de ragihand. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Di dîroka Tevgera Azadiyê de gelek lehengî derketin û berdêlên mezin hatin dayin. Li ser vê bingehê, di şexsê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz (Egîd) de em hemû şehîdên şoreşê di Heftiya Lehengiyê de bi bîr tînin, em sond dixwin ku têkoşînê bikin.

YRK'ê bal kişande ser ku di dema têkoşîna giran û xebatna de gerîlayên Kurdistanê hin 'qezayên ku heq nakin' dijîn û got, ''Di demên cuda de sê hevalên me bi vî rengî şehîd bûne, em wan bi hurmet bir bîr tînin.''

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: 

-Hevrê Çalak Berxwedan ku li herêma Kotol li nav malbateke welatparêz mezin bûyî, 2007'an tevlî nav gerîla bû û sala 2012'an bi qezayekê şehîd bû.

-Hevrê Dilbirîn Hejar ku ji Mahabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, sala 2005'an tevlî nav gerîla bû û 2012'an bi qezayekê şehîd bû. Hevrêyê me demeke dirêj têkoşiya û fermandariya taximê ya hêzên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

-Hevrê Pale Mêrdîn ku bi eslê xwe Mêrdînî ye, sala 2011'an tevlî nav refên gerîla bû û sala 2015'an li herêma Mukriyan bi qezayekê şehîd bû.

YRK'ê bi berdewamî got, ''Di serî de serê malbatên şehîdên me yên leheng serê tevahiya gelê me sax be, em sond dixwin ku têkoşînê geş bikin û li ser şopa wan bin.''