Fermandariya YRK’ê Şehîd Sîmko Serhildan bi bîr anî

Fermandariya YRK’ê fermandarê mezin Sîmko Serhildan di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî û got, “Şehîd Simko bi şer û jiyana xwe ya şoreşgerî xeta fermandariyê û aresteya têkoşîna azadiyê ye."

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRKê di derheqê salvegera şehadeta Fermandarê mezin Simko Serhildan de daxuyanî da.

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Di serî de em di şexsê Şehîd Simko de şehîdên şerê Qendîlê yê sala 2011’an û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin. Têkoşîn di rêya ku Şehîd Simko bi şoreşgeriya xwe ronî kiriye de û bilindkirina çiraya têkoşîna wî ji bo me rûmet û berpirsyariyeke mezin e. Ji ber ku şehîd Simko bi şer û jiyana xwe ya şoreşgerî xeta fermandarî û arasteya têkoşîna azadiyê diyar kir. Îro her şervan û fermandarê Rojhilatê Kurdistanê xwe di rastiya Simkoyan de her kêliyê ji nû ve ava dike û meşa xwe ya di gerîlatiya modernîteya demokratîk de bihêz dike. Dînamîka ku di her roja nû de bi pêş dikeve me ji her demî zêdetir bi nirxên me ve girê dide û ji her demê zêdetir me nêzê armancan dike, nêzê serkeftinê dike.

Ji pêngava xwe ya destpêkê heta roja xwe ya şehadetê her tim xwest bi wateya heqîqetê ya Apoyî bijî, şoreşgeriyê bike û bi sekineke dîrokî li hember dijmin şer bike

Şehîd Simko ferqa jiyana xwe yê şoreşgerî hîna di tevlêbûna xwe de diyar dike. Wateya sekina civaka me ya Rojhilatê Kurdistanê ya li hember komployê bi tevlêbûna xwe tacîdar dike û vê wateyê di jiyana xwe ya şoreşgeriyê de tim vedijîne. Çawa ku li hember komployê sekina herî radîkal nîşan dide, ji bo xwe di felsefe û bîrdoziya Rêber Apo de ava bike û bi rastiya şehîdan bijî sekin û daxwaza herî bi hêz nîşan dide. Ji pêngava xwe ya destpêkê heta roja xwe ya şehadetê her tim xwest bi wateya heqîqetê Apoyî bijî, şoreşgeriyê bike û bi sekineke dîrokî li hember dijmin şer bike. Ji wê boneyê wateyên pir mezin li her pêngaveke xwe bar dike û her kêliya şoreşgeriya xwe di lûkteyê de dijî.

Şehîd Simko ji bo ku bi erk û berpirsyariyên gerîlayê azadiya Kurdistanê rabibe û bibe yek ji pêşengên Şerê Gelê Şoreşgerî bû xwedî lêhûrbûneke kûr û têkoşîneke dijwar

Hevrê Simko bi kesayeta xwe ya piralî temsîliyeta hemû aliyên jiyana Apoyî kir û her berpirsyariyê ku girt ser milê xwe bi layiqî bi cih anî. Ji ber vê kesayetiya xwe ya piralî di her nêvengê ku lê kar kir de bû navenda balkêşiyê û heval li der û dora xwe kom kirin. Him di sekina rêxistinî û bîrdoziya Rêber Apo de him jî di hêla fermandartiya xwe ya dozê de bû mînakeke bêhemta, bû peyrewên Egîdan. Li her devera Kurdistanê têkoşiya û de û bi kesayetiya xwe ya neteweyî him bi civakê re him jî bi hevalên xwe re bi hezkirin û kelecaneke mezin şoreşgerî kir. Her wiha ji bo ku bi erk û berpirsyariyên gerîlayê azadiya Kurdistanê rabibe û bibe yek ji pêşengên Şerê Gelê Şoreşgerî bû xwedî lêhûrbûneke kûr, têkoşîneke dijwar. Di dawiyê de jî van danehevên xwe yên zêrîn bi ya hevalên xwe re kir yek û herikand şerê Qendîl, bi şerê tîm û tûnelan vî şerê li hember dagirkeriyê bi serkeftinê tacîdar kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Sekin, pêşengî û fermandariya ku Şehîd Simko di vî şerî û hemû jiyana xwe de bi pêş xist wê ji bo me bibe bingeha têkoşînê û arasteya şoreşa azadiyê. Di dawiyê de wek fermandariya YRKê em didin diyarkirin ku em ê her tim di şopa Simkoyan de bimeşin û çiraya têkoşînê van şehîdên azîm bi berdewamî bilind bikin. “