YRK: Di êrîşa li ser Asosê de tiştek bi hêzên me nehatine

YRK bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşa 22’yê Nîsanê ya li ser herêma Asosê de tiştek bi hêzên wan nehatiye ziyan gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

Navenda Raghandin û Çapemeniya YRK’ê li ser êrîşa 22’yê Nîsana 2022’ê ya li ser Herêma Asosê daxuyaniyek nivîskî da.

YRK’ê ev agahî da:

Di dîroka 21-22’yê Nîsanê de li ser Herêma Asos tevgera balafirê keşfê yên dewleta dagirker a dagirker  çêdibe. Di 22’ê Nîsanê de  seatên nîvro balafirên şer yên dewleta dagirker ya Tirk qontarên Çiyayên Kûrîsê bombardoman kir. Di encama van bombardomanan de tu zerer neghiştiye hêzên me, di encam de bax û baxçên gûndiyan zerar dibînin.

Dewleta Tirk ya dagirker û faşîst li beramberî berxwedana gerîlayên Kurdistanê li çiyayê Zap, Avaşîn û metîna bin dikeve. Niha mîna hirçeke birîndar êrîş dike ser Rojava, Şengal û Rojhilatê Kurdistanê.”