YRD: Ji bo rastiyê veşêrin, ewilî êrîşî rojnamevan Nûjiyan kirin

Komîteya YRD'ê diyar kir, bi tank û maşînên li ser wan ala Kurdistanê hebû êrîş li Êzîdxanê hatiye kirin û got, "Ji bo rastî neyê zanîn, di destpêkê de rojnamevan Nûjiyan Erhan kirine hedef."

Komîteya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), li ser êrîşa çekdarên PDK'ê ya li dijî Şengalê û hedefkirina rojnamevan Nûjiyan Erhan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'YÊN HETA QIRIKÊ DI XIYANETÊ DE FETISÎNE, DI BIN NAVÊ KURDBÛNÊ DE NIRXÊN KURDBÛNÊ BINPÊ DIKIN'

Komîteya YRD'ê da xuyakirin, fermana di 3'ê Tebaxa 2014'an de rabû, qirkirina pêk hat hê jî didome û got, "Bidawî nebûye, neçiriye xeleka qirkirin û kolekirinê ya li ser gelê Kurd. Bi fermanê re koçberiya bi hezaran Êzidiyan a ber bi welatên derve bi xwe fermanek din e. Firotina jinan fermanek din e, ambargo û dorpêça li ser Şengalê fermanek din e. Ya herî zêde mirov ji hinavê ve birîndar dike, ev karesat bi destê Kurdan bi serê Kurdan hat. Yên heta qirikê di xiyanetê de fetisîne, di bin navê Kurdbûnê de, hemû nirxên Kurdbûnê binpê dikin."

'NÛJIYAN ERHAN JI DESTPÊKA FERMANÊ HETA KÊLIYA BIRÎNDAR BÛ, BÛ DENGÊ ÊZÎDXANÊ'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku piştî serdana Mesûd Barzanî ya li Enqereyê, mîna her carê ew li bendê man bê vê carê kî firotiye û hat gotin, "Ji bo ev ferman biçe serî, hemû şert û merc hatine û tên amadekirin. Bi rojan çapemeniya hevbeş û yekdeng a AKP û PDK’ê propagandiya vê yekê kirin, ji bo êrîş û fermanek din ji bo xelkê me yê Êzidî rewa bibînin. Ji bo rastî di tariyê de nemîne, ji bo neyar di tarîtî û reşahiya aqilê xwe yê kor de, tişta dixwazin bi serê Êzidiyan neynin, hevala me rojnamevan Nûjiyan Erhan ji destpêka fermana 3’ê Tebaxê û heta kêliya ku birîndar bû, bû dengê Êzidîxanê. Di hemû şert û mercan de, li gel hemû astengiyan û şerê taybet ê PDK’ê, Nûjiyan Erhan ji weşangeriyek bi exlaq û rasteqîn venegeriya û ya diviya bikira kir û dike. Çeteyên dijminê jinê, dijminê jiyan û heqîqetê, hebûna jina Kurd, berxwedanî û têkoşîna wê ya li hember xwe, wek mirina xwe dibîne. Ji bo bijî, êrîş dike, tecavuz dike û kole dike."

'ALA KURDISTANÊ BI SER TANK û MAŞÎNÊN XWE DANÎN Û ÊRÎŞÎ ÊZÎDXANÊ KIRIN'

YRD'ê diyar kir, di vê êrîşa hevpar a çeteyên PDK û AKP'ê de derket holê, ku bi rêya Kurdayetiya sexte tê xwestin Kurdê azad bê tinekirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi sozên dewleta Kurdî, bi aqilê Kurdan dikenin. Ji bo wê ti pîvan nas nekirin. Ala Herêma Kurdistanê li ser tank û maşînên xwe dan û wisa berê xwe dane Êzidîxane. Ji bo hurmeta wan cilên li ber kirine, ji bo hurmeta alê, şervanên Êzidîxanê, hewl dan pêşî li vê bêbextiyê bigrin. Ji bo ev rastiya bi êş a dîrokî, di hafizeyên me de were qeydkirin, ji bo cîhan bizane ev ne Pêşmerge, çeteyên Erdogan û Barzanî ne, hevala me Nûjiyan Erhan dîsa li wir amade bû. Lê belê di destpêkê de ew hat hedefkirin."

'JI BO RASTÎ NEYÊ ZANÎN, BI ZANEBÛN HEVALA ME ROJNAMEVAN NÛJIYAN HEDEF KIRIN'

Komîteya YRD'ê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku çeteyên PDK û AKP'ê bi zanebûn rojnamevan Nûjiyan Erhan kirine hedef û got, "Bi zanebûn sekvanan li serê wê dan. Ji bo di serî de bûyer neyê zanîn û di tariyê de bimînin, ev yek kirin. Ji bo rûyê wan yê rast û niyeta wan dernekeve holê, Nûjiyan kirin hedef. Ji bo bêjin, di serî de wan êrîş kirin, lê ew mijar qet ne girîng in, girîng hêzek di bin navê Kurdîtiyê, hewl dide vîna azad a gelê Kurd tine bike. Çawa demek beriya niha Şîfa Gerdî bû hedefa çeteyan, raste rast hedefgirtina Nûjiyan Erhan jî heman tişte, ji ber çete heman çete ne. Nûjiyan di heman demê de dengê jinên êşkişandî yên Êzidîxanê bû. Dengê wan dayikan bû ku di her bihostek wan çiyan de parçeyek canê xwe bicih hiştin, di rêkan de man tî û birçî, lê dîsa xaka xwe neterikandin. Li ser xaka xwe man û wisa şerê fermanê kirin. Ji bo wê jî hedefgirtina hevala me Nûjiyan Erhan, bi qasî teslîmkirina jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê re, sûceke. Ragihadin raste rast hatiye hedefgirtin, li kêleka rojnamevan Nûjiyan, sê hevpîşeyên me yên din jî birîndar bûne."

'RASTIYA KURDÊN AZAD Û RASTIYA ÊZÎDXANÊ WÊ DI TARÎTIYÊ DE NEMÎNE'

YRD'ê ragihand, ku rewşa tenduristiyê ya rojnamevan Nûjiyan Erhan hê di rewşeke xetere de ey û wiha dewam kir: "Niha di nexweşxaneyê de ji bo jiyanê li ber xwe dide. Em daxwaz li hemû rojnamevanên jin li hemû parçeyên Kurdistanê dikin ku xwedî li Nûjiyan derbikevin. Destê xiyanet û dijminê jinê serê Nûjiyan kiriye hedef, ji wê wêdetir tiştek nîne. Dema li ser erk bû, hat hedefgirtin. Em bang li hemû rojnamevanan bi taybet rojnamevanê n Başûrê Kurdistanê dikin ku ji êrîşa li dijî rojnamevanan re bêjin Bes e û erka xwe ya exlaqî bicih bînin û xwedî li Nûjiyanê derbikevin. Em ê bi van êrîşên li dijî hevpîşeyên xwe, bêdeng nebin. Em ê hîn zêdetir erka xwe ya polîtîk û exlaqî ya avakirina Neteweya Demokratîk bicih bînin. Ne rastiya Kurdê azad ne jî rastiya bi serê Êzidîxanê hatiye, êdî wê di tarîtiyê de nemîne, ev sozeke ku me di şopandina rêya ragihandina azad de daye gel û jinan." 

Daxuyanî wiha bi dawî bû:

"Ji bo vê yekê em şîfayê ji Nûjiyan Erhan re dixwazin. Em hêvî dikin careke din em wê li kêleka xwe û di nava xwe de bibînin. Ew ji rika xiyanetê li ber xwe dide di van rojan de, şerê jiyanê dike hevala me Nûjiyan. Em bi hest, bawerî û bendewariyên mezin li benda wê ne ku çavê xwe yê bedew carekedin li me veke. Her wih em ji her sê hevalên din ên ragihandinê re ku ew jî sivik birîndar bûn, re hêviya şîfayê dixwazin."