YRD: Bûn şervanê heqîqetê

YRD'ê diyar kir ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tevlî karwanê şehîdên çapemeniya azad bûn û got, "Ew ji êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û gelên me haydar bûn û ji bo têkbirina van êrîşan canê xwe feda kirin."

KOORDÎNASYONA GIŞTÎ YA YRD'Ê

Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) got, "Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker, qirker û mêtinger de ya li ser Kobanê, hevalên me Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn, ku bi vê yekê em gelekî êşiyan û bi hêrs bûn. Bi vê wesîleyê di serî de malbatên hêja yên herdu hevalên me, em sersaxiyê ji civata çapemeniya azad re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku xwedî li bîranîna wan derkevin û armanca wan bi ser bixînin."

Di daxuyaniya YRD'ê de hate gotin, "Di demekê de ku dewleta Tirk a qirker mêtinger êrişên ji bo qirkirinê dibe ser Rojava, hevrêyên me Cîhan û Nazim ên li pey nûçeyê bûn, hatin qetilkirin.

Hevrêyên me Cîhan û Nazim ji ber ku êrîşên şerê taybet ên medya dewleta Tirk û propagandaya wê pûç dikirin, ji ber ku bûn dengê heqîqetê hatin qetilkirin. Tevlî karwanê şehîdên çapemeniya azad bûn. Divê bê zanîn, Nazim jî Cîhan jî mîna her kedkarên çapemeniya azad ên vê rêyê berdêl dan ber çavên xwe û biryardariyeke mezin nîşan dan. Ew ji êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û gelên me haydar bûn û ji bo têkbirina van êrîşan canê xwe feda kirin. Bila Nazim û Cîhan serbilind bin ku bûn şervanê heqîqetê.

Bêguman ev kevneşopî ji Mazlûman heta Gûrbetelliyan, ji Apê Mûsayan heta Seyît Evran û Gulistan Tarayan li hemberî her cûre êrîşê û li gel şehadetê hîn mezin bû û ji niha û pê ve jî wê mezin bibe. Şopdarên Nazim û Cîhan mîna doh wê îro jî û sibe jî li hemberî mejiyê dewlet û desthialtdariya dewleta Tirk a qirker, mêtinger li ber xwe bidin, têkoşînê dewam bikin; ala modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk her tim bilind bikin.

Ji ber vê yekê em dewleta Tirk a qirker û mêtinger careke din şermezar dikin û bang li raya giştî ya demokratîk şoreşger, çapemeniya neteweyî û navneteweyî dikin ku li hemberî komkujeriya dewleta Tirk a hevkarê DAÎŞ'ê bikevin nava liv û tevgerê û ji kedkarên çapemeniyan azad re jî di têkoşîna wan de serketinê dixwazin."