YPS/YPS-Jinê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn

Koordînasyona YPS/YPS-Jinê kadroyên pêşeng ên PKK'ê bi bîr anî, ku pêşengî ji berxwedana zindanan a mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an re kirin.

Di daxuyaniya koordînasyonê de hate gotin, "Têkoşîna azadiyê ya gelê me û tevgera me ku zêdeyî 40 sal in didome, ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye. Yek ji berxwedanên ku hişt em îro bigihîn vê astê û karakterê berxwedêriyê yê PKK'ê îfade dike, berxwedana rjiya mirinê ya mezin a li zindana Amedê ye ku li dijî faşîzma 12'ê Îlonê hate kirin. Em hevrê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên pêşengê vê berxwedanê bi minet bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin li dijî êşkenceyên giran û hovîtiyê, bedena xwe kêlî bi kêlî helandin û faşîzm têk birin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedana rojiya mirinê ya mezin nîşanî dost û dijmin da ku bawerî û nêrîn ji çekan hemûyan xurtir e. Rojiya mirinê ya mezin nîşan da ku li dijî faşîzma 12'ê Îlonê tenê berxwedan bi ser dikeve. Ji bo hevrêyên ku wê demê li dijî faşîzmê amadekariya têkoşîna çekdarî dikirin û pêngava 15'ê Tebaxê ya dîrokî pêk anîn, bû hêz û moraleke mezin.

Em di şexsê  hevrê Kemal, Xeyrî, Alî û Akîf de şehîdên Kurdistanê hemûyan careke din minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku weke şervanên YPS'ê bi ruhê 14'ê Tîrmehê em ê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ser bixînin."