YPS-YPS-JIN'ê peyama 15'ê Tebaxê da

Koordînasyona YPS / YPS-JIN'ê ji bo salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê peyamek nivîskî da û bang kir 15'ê Tebaxê li her deverê bi girseyî were pîrozkirin.

Koordînasyona YPS /YPS-JIN'ê peyameke niviskî da û got, ''Salvegera 37'an a Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê ku mîlada gelê Kurd e di serî de li Rêber Apo, li gelê Kurdistanê û şervanên xweparastinê pîroz be. Di şexsê Fermandarê Nemir ê Pêngava Şoreşger a Dîrokî Egîd (Mahsûm Korkmaz) de, em hemû şehîdên azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînni, em sond dixwin ku bîranîna wan bidin jiyîn û armanca wan bibin serî.''

Di peyamê de bi berdewamî wiha hate gotin: ''Vejîna Kurdistanê ku serê sedsala 20'an hatî parçekirin û mêtingerkirin bi pêngava vejînê ya navdar 15'ê Tebaxê dest pê kiriye. Li ser hîmê berxwedana zindanê ya mezin a sala 1982'an ku li dijî rejîma faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî geş bûyî û serfiraziya îdeolojîk bi ser xistî, heqderketina ji hemû astengkirina, pêngava 15'ê Tebaxê ya navdar ku bi temamî xwe dispêre hêza Kurd, ev 37 sal in dibe hîmê hemû destkeftiyên Kurdan. Pêngava 15'ê Tebaxê ya navdar ku li ser hêza Kurdan pêk hatî, bûye haveyn û rihê her serhildana dijî dagirkerî û mêtingeriyê. Ji vî alî ve Pêngava 15'ê Tebaxê dibe destûra her xweparastin û berxwedana xwebûnê. Ên ku li bersiva pirsa, ''mirov çawa dikare heq ji polîtîkayên faşîzm û înkar û îmhayê derve?'' divê li Pêngava 15'ê Tebaxê binerin. Yên ku dixwazin ji êrîşên komkuj ên li ser Kurdan re bibin bersiv, dixwazin refleksa xweparatinê geş bikin divê li 15'ê Tebaxê binerin. Di serî de ciwan û jin hemû gelê Kurdistanê bi rihê Pêngava 15'ê Tebaxê bi temamî xwe bispêre hêza xwe rabe ser piyan û rejîma qirkirniê ya îmhayê ku li ser Kurdan tê ferzkirin parçe bike. Bi vê çarçoweyê em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku salevegera 37'an a cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê ku vegotina berxwedan û vejînê ya gelê me ye, bi rihê raperînê li her deverê bi girseyî pîroz bikin.

Berxwedana xwerêveberiyê ku bi pêşengiya Çiyagerên ku bûne Egîd û Zeryanan li Sûr, Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Silopya, Geverê, li Wanê û li gelek bajarên Kurdistanê dest pê kirî û hê jî didomin encama pêngava 15'ê Tebaxê ne.

Em hêzên YPS-YPS/-JIN ku ev mîrateya têkoşînê dane ser milê xwe, di salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de sond dixwin ku peywirên şoreşger bi serkeftinê bi cih bînin.''