YPS/YPS-JIN: Dem dema azadiya Rêbertî û gelê me ye

Koordînasyona YPS/YPS Jinê li dijî komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku "Dem dema azadiya Rêberê me, gelê me, çiya û bajarên me ye."

Koordînasyona YPS û YPS-Jinê bi daxuyaniyeke hevpar komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku di salvegera 22'an de ye, şermezar kirin û diyar kirin ku têkoşîna li dijî komployê wê bi xurt bikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku komploya naneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd hatiye kirin û hîn jî dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev rastî hîn jî neguheriye. Ev pêvajo ji aliyê AKP-MHP a faşîst qirker ve hîn bi dijwarî tê dewamkirin. Li dijî kiryar û polîtîkayên tunekirinê û qirkirinê ku li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê li dijî Kurdan tê meşandin, mezinkirina berxwedan û têkoşîna azadiyê ji bo her Kurdekî rastiyeke jêneveger e. Heta ku Rêberê me dîlgirtî be, heta ku polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê me bên meşandin û YPS û YPS-Jin wê têbikoşin, li dijî her cûre zext, pêkanînên kolekirinê û qirkirinê wê têbikoşin, berxwedana xwe bidomînin."

Koordînasyonê diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî komployê û berxwedana gel li gel zor û zehmetiyan bênavber dewam dike û destnîşan kir, "Berxwedana destanî ya bi pêşengiya Rêber Apo û têkoşîna me hîn jî dewam dike. Em; bi navê YPS'ê ku pêşengên vê berxwedanê ne, li gorî mafdarî û rastiya xwe ya têkoşînê, em ê nehêlin ku polîtîkayên qirêj ên dewleta çete AKP-MHP bi ser bikevin. Em ê ti carî ji parastina gelê xwe venegerin û Şerê Gel ê Şoreşger jî bi her awayî xurt bikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê agirê li zindanan û çiyê geş bû, li bajaran, li kolanan bilind bikin, bi vî agirê azadiyê li dijî faşîzmê têbikoşin.

Koordînasyona YPS û YPJ-Jinê diyar kir ku bi qirkirina Kurdan hewl tê dayin komplo bê dewamkirin ev peyam da: "Lê belê divê bê zanîn ku ev planên qirkirinê wê ti carî bi ser nekevin. Parastina nasname, gel û hebûna me, têkoşîna ji bo azadiyê wezîfeya me ya bingehîn e. Em zanin ku heta sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî nekin û Rêberê xwe azad nekin, ti wateya hilmstandinê jî nîne. Lewma divê komploger hemû, faşîst û nokerên wan ji me bitirsin. Yên ku polîtîkayên qirkirinê li Kurdan rewa dibînin, yên ku van polîtîkayan dimeşînin divê zanibin ku wê li malên xwe, li kolanên xwe, li bajarên xwe nikaribin bi rengekî aram bijîn."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî komployê, faşîzmê, xiyanetê, nokeriyê, tunekirinê û koletiyê, wê her tim li ber xwe bidin û di pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' bi berpirsyariya pêşengiyê rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Dem ew dem e ku bênavber têbikoşin, li ber xwe bidin. Dem ew dem e ku li her deverê li ber faşîzmê rabin. Dem ew dem e ku Rêberê xwe, gelê xwe, çiyayên xwe, bajarên xwe azad bikin. Lewma divê 9'ê Cotmehê li faşîzm û nokeran jiyanê biherimîne.

Li ser vê bingehê bi navê YPS û YPJ-Jinê em radigihînin ku heta azadiya Rêberê xwe, gelê xwe, çiya û bajarên xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bibin hêjayî Rêberê xwe."