YPS: Notirvanên kolanan êdî di hedefa me de ne

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir, hemû kesên di nav pergala ‘notirvanên kolanê’ ya AKP’ê de cih digirin wê bibin hedefa wan.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sîvîşan îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de têkildarî ‘notircanên kolanan’ hişyariyên girîng hene.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Kesên guh nadin van hişyariyan êdî wê bibin hedefa YPS’ê.”

Daxuyaniya di malpera YPS’ê de wisa ye:

“Wekî ku tê zanîn faşîzma AKP’ê di dema berxwedanên xwerêveberiyê de zêdetir bûbû û dixwestin dagirkerî û mêtingeriya xwe di asta jor de bidomînin. Bi vê re jî plansaziyeke şerê taybet xistine dewrê û dixwazin civakê ji hev parçe bike, ji nirxên wê dûr bixe.

Dîsa tê zanîn ku bi pergala cerdevaniyê ya di salên 90’î de dixwestin Kurdan bera ber hev bidin û bikin ku Kurd îxanetê li civaka xwe bikin. Tevgera Azadiyê ya Kurdan li hemberî vê polîtîkayê aqilane tevgeriyaye, xwestiya van kesan hişyar bike û dev ji vî tiştî berdin.

Îro jî AKP dixwaze bi pergala ‘Notirvaniya Kolanan’ vê mekanîzmaya îxanetê têxe meriyetê. Lê divê neyê jibîrkirin ku îxanet wekî tîryakê ye, carekê were kirin êdî mirov dikeve tora wê dehfikê. Notirvaniya kolanan planeke xayîn e û dixwaze jin û ciwanên Kurdan bi dest bixe. Kirinên bi vî rengî li Kurdistanê nayê qebûlkirin û ew ê neyê qebûlkirin jî.

Wekî encam em bang li gelê Kurdistanê û raya giştî dikin û dibêjin ku: Vê notirvaniya kolanan planeke şerê taybet e. Hemû kesên di nav vê pergala notirvaniyê de ne, divê dev ji van kirinên xwe berdin. Vê hişyariya me hişyariyeke cîddî û girîng e. Piştî vê hişyariyê yên ku van kirinên xwe bidomînin wê bibin hedefa YPS’ê û ew ê tu hêzên me yên xweparastinê ji encamên vî tiştî ne berpirsyar bin.”