YPS: Li dijî avahiya emniyetê ya Yenîşehîrê çalakiyeke bi bandor hat lidarxistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPS'ê ragihand ku li dijî avahiya emniyetê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê çalakî li dar xistine.

Navenda Ragihandinê ya YPS'ê têkildarî çalakiya di 26'ê Tîrmehê de ya li dijî avahiya Emniyetê ya Yenîşehîrê ev agahî par ve kir;

 “Yekîneyeke YPS'ê di şeva 26'ê Tîrmehê de di seat 22:45'an de li dijî avahiya emniyetê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê çalakiyek li dar xistine. Yekîneyên me li dijî 8 polîsên ku li baxçeyê emniyetê bûne, destpêkê bi bombeyan dest bi êrîşê kirine û piştre jî bi çekên ferdî bi awayekî xurt li polîsan dane. Di vê çalakiyê de 6 polîs birîndar bûne û yekîneya girêdayî YPS'ê bi selametî xwe paş ve kişandiye.”