YPS-JIN: Mercan ê AKP'yî ku sîxurî dikir hate cezakirin

Navenda Çapemeniyê ya YPS'ê ragihand, Alîkarê Serokê AKP'ê yê Navçeya Licê Orhan Mercan ji aliyê tîmeke YPS-Jinê ve hatiye cezakirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, kesê navborî ajantî ji dewletê re dikir û fuhûş dixist nava ciwanan.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPS'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Şeva 30'ê Hezîranê, tîmeke me ya YPS Jinê ya bi navê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Berfîn, li navenda Licê kesê bi navê Orhan Mercan ku alîkarê serokê AKP'ê yê navçeya Licê bû, ceza kir. Ev kesê ku çapemeniya şerê taybet a Tirk çend roj in xistiye rojevê, tevî karên serokatiya AKP'ê ya navçeyê, li Licê û herêmên derdorê karê sîxuriyê ji bo dijmin dikir, hewl dida ciwanan bike sîxur û fuhûş dixist nava ciwanan. Ev şexs beriya niha di vê der barê de hatibû hişyarkirin. Ji ber ku li gorî hişyariyan tevnegeriya, hêzên me yên YPS Jinê ev çalakî lidar xist."