YPS-JIN’ê li Amedê li mêtingeran da

Tîma Tolhildanê ya Rozerîn Cûdî ya YPS-JIN’ê li Amedê li wesayîtên polîs û qeyyûm da.

Tîma Tolhildanê ya Rozerîn Cûdî ya YPS-JIN’ê di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger , sîxur û nokeran’ de li dijî polîsên îstîxbaratê çalakî li dar xist.

Tîmên Tolhildanê di 4’e Cotmehê de saet di 20.30’an de li ser rêya Seyrantepeya Amedê û Farqînê pênc bombe avêt wesayîteke polîsên îstîxbaratê. Bi xurtî li wesayîtê hate xistin û derbarê aqûbeta polîsan agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Bi saetan rê ji trafîkê re hate girtin.

Li ser rêya Hezro-Farqînê jî di 28’e Îlonê de li dijî kepçeyeke qeyyûm çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de kepçe kete halê ku êdî nayê bikaranîn.

EM BANG LI HEMÛ JINAN DIKIN

Tîma Tolhildanê ya Rozerîn Cûdî ya YPS-JIN’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em YPS-JIN vê berxwedanê geş bikin. Em ê rêxistinbûna xwe mezintir bikin, li dijî şerê li ser Kurdistanê em ê li ser bingeha xweparastinê li her bajar û navçeyê li dijmin bidin û soza xwe ya tolhildanê dubare dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bila tevlî nav refên YPS-JIN’ê bibin. Dijmin li Kurdistanê berê êrîşî jinan dike. Li hemberî vî tiştî rêxistinbûna me ya herî mezin xweparastina me ye.”