YPS’ê li Silopiyê çalakî li dar xist

Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê diyar kir ku di 14 û 15’ê Tebaxê de hêzên YPS’ê li Silopiyê çalakî li dar xistine.

Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê têkildarî çalakiyên li Silopiyê ev tiştên hanê diyar kir:

“Di 14’ê Tîrmehê de hêzên me rêya sereke ya Silopiyê xistine bin kontrola xwe û li vê derê agir dadane û barîkat ava kirine. Hêzên me yên YPS’ê bi bombeyên deng û destan êrîşî hêzên dijmin kirine yên ku xwestine werin mudaxeleyê bikin. Di vê çalakiyê de hêzên dijmin ên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di 15’ê Tebaxê de li Taxa Kizir a Silopiyê hêzên me teqemeniyek bi wesayîta zirxî ya polîsan teqandiye û piştre bi molotofan êrîşî vê wesayîtê kirine. Di vê çalakiyê de hêzên dijmin ên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin û hêzên dijmin gulle li derdorê reşandine. Yekîneyên me yên YPS’ê bi silametî vegeriyane cihên xwe.”