YPS’ê li dijî kesê tiryakê difiroşe çalakî li dar xist

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Mahîr Andok a YPS'ê ragihandin ku wan bi bombeyên destan hişyarî dane kesekî ku "sîxûriyê dike û tiryakê difiroşe."

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Mahîr Andok a YPS’ê bi daxuyaniyek nivîskî got: “Tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Mahîr Andok, di şeva 30 û 31’ê Tebaxê saet 24.00’an de li dijî Rêber Îyisoylu û kesên derdorê wî yên ku li navçeya Ben û Sen a Amedê tiryakê difroşe û sîxûriya dijmin dikir, bi bombeyên destan çalakî li dar xist. Di vê çalakiya hişyariyê de ev kes û kesên derdora wî birîndar bûne.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Kesê bi navê Rêber Îyisoylu, bi taybet li derdora navçeyên Ben û Sen û Şehîtlikê û bi giştî li Amedê ciwanên Kurd bi tiryakê ve dide girêdan û li ser vê yekê bi zorê dixwazin bikin sîxûr.

Ev kesê bi navê Rêber Îyisoylu di heman demê de biraziyê endamê Partiya Vatanê Aykut Eryilmaz û nûnerê TGB'ê yê Amedê ku xeta îxanetê li dijî gelê Kurd dimeşînin e. Weke malbat li kêleka dewleta Tirk a faşîst disekinin û li dijî gelê Kurdistanê pêşengiya hemû polîtîkayên qirêj dikin. Rêber Iyisoylu tevî ku gelek caran hate hişyarkirin jî dest ji xiyaneta xwe ya li hemberî gelê Kurd û ciwanên Kurd berneda.

Dewlet bi zanebûn li Kurdistanê tiryak û fuhuşê organîze dike, ji bo ku ciwanên Kurd bike sîxurên gelê xwe û wan bike rewşa îxanetê. Bi taybetî li Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê di van salên dawî de bi destê dewleta Tirk a faşîst tiryak û fuhuş qat bi qat zêde bûye. Armanca sereke ya TC a nîjadperest ew e ku mejiyê ciwanên Kurdistanê bêhiş bike, ji xwe re tora ajanan çêbike, di civaka Kurd de hilweşînê çêbike. Hemû bazirganiya tiryakê ya li Kurdistanê bi hevkariya dewletê tê kirin û hemû operasyonên ku weke narkotîkê tên pêşxistin, ji bilî operasyonên çêkirina tora ajanan ne tiştekî din e. Mantiqa dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ya li hemberî ciwanên Kurd ew e ku "li ser pirsgirêkên civakî nesekinin, fuhuşê bikin, tiryakê bi kar bînin û ji me re sîxûriyê bikin.”

Hemû kesên xayîn ên ku bi zanebûn xizmeta vê mantiqê dikin, wê ji niha û pê ve bibin hedefa me ya rasterast."