YPG/YPJ'ê bersiva êrîşên dan, çeteyên dewleta Tirk reviyan

Şervanên YPG/YPJ'ê bersiva êrîşa çeteyên Tirk ên li ser Efrînê dan. Çete neçar man ku bi revin.

Çeteyên Koalîsyona Sûriyê şev din di saet 19.30`an de êrîşe gundê Merenaz û Fîlat Qadî ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê kirin. Dewleta Tirk ji bi topan alîkarî da çeteyan.

Êrîşa çeteyan rastî berxwedan û bersiveke tund a şervanên YPG û YPJ`ê hatin.

Şerê ku 5 seatan bê navber dewam kir, derbeyên giran li çeteyan hatin xistin û çete neçar man ku bi revin.

Têkildarê mijarê, berpirsên YPG'ê diyarkirin ku wesayîta zirxî ya çeteyan îhmakirine û gelek çete hatine kuştin.