YPG: Xerîb Welat bû şopdarê heqîqetê
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya yek ji damezrênerê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Xerîb Welat ê ku di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû eşekere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya yek ji damezrênerê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Xerîb Welat ê ku di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû eşekere kir.
Fermandariya Giştî ya YPG`ê got:” Welat Xerîb kamîreya xwe bi çeka xwe re kir yek û her kêliyekî ji jiyana rêhevalên xwe radigihand. Bi wêne û dîmenên ku dikişand rûpelekî nû di dîroka rojnamegeriya Kurdî de dide nivîsandin. Lawikê ku çandinî dixwend niha tovê azadiyê diçîne û dara wî berhem dide.”
Fermandariya Gişît ya YPG`ê têkilîdarî şehadeta yek ji damezrînerê Navenda Raghandina YPG`ê Xerîb Welat daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG`ê wiha ye:
“Xerîb Welat li gundê Sinkayê yê navçera Şera ya Efrînê di sala 1992`an çavên xwe li dinyayê vedike. Lawê Efrînê di malbatekî welatparêz de mezin dibe. Piştî ku xwendina xwe li dibistanên Efrînê diqedîne, berê xwe dide Helebê û li wir Enstîtuya Çandiniyê (Mehed Zîraî) dixwîne. Di sala 2012`an, bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bayê 19`ê Tîrmehê li xwe dipêçe; ciwanê 20 salî ala şoreşê bilind dike û bi hemû hêza xwe derbasî qada dîrokê dibe. Çeka xwe, kamîre û pênûsa xwe hildigire ser milê xwe û tevlî nava refên YPG`ê dibe.
Di berxwedaniya 2012-2013`an de li qadên şer, li Serêkaniyê û Rimêla Paşa devê tifinga wî sar nabe. Hevalê Xerîb dibîne ku tenê tifing têrê nake, divê kamîre û pênûsa wî jî sar nebin.
Di sala 2013`an de derbasî qada ragihandinê dibe. Rêheval Xerîb bi awayekî çalak tevdigere, bê westandin her li qadên şer dimîne, bi her sê çekên xwe tifing, pênûs û kamîre xwe ve berxwedaniyekî bê hempa dimeşîne û ji cîhanê re parve dike. Bi van xebatên xwe bingeha Navenda Ragihandina YPG`ê dide avakirin. Çiqasî riyekî bi zor û zehmetî be jî lê heval Xerîb bi vînekî ji agir û bi îradeyekî ji polat hemû astengiyan pûç kir û Navenda Ragihandina YPG`ê ava kir. Kamîreya xwe bi çeka xwe re dike yek û her kêliyekî ji jiyana rêhevalên xwe radigihîne. Bi wêne û dîmenên ku dikşîne rûpelekî nû di dîroka Rojnamegeriya Kurdî de dide nivîsandin. Lawikê ku çandinî dixwend niha tovê azadiyê diçîne û dara wî berhem dide.
Hevalê Xerîb her kêlî ji jiyana xwe, her tîpek ji zanebûna xwe, her dilopek ji xwîna xwe xistibû xizmeta şoreşê de. Soza şopandina rêya şehîdan dabû pêşiya xwe. Di sala 2014`an de ji bo şehîdan bide nasîn û wan ji nû de bide jiyan kirin dest bi xebatekî pîroz dike. Li Navenda Ragihandina YPG`ê dest bi karê derhênertiyê dike; bernameya Cangoriyên Azadiyê amade dike. Di Payîza 2014’an de bernameya Cangoriyên Azadiyê li ser ekrana Ronahî TV dest bi weşanê dike û heya roja îro jî dewam dike.
Hevalê Xerîb hemû hêza xwe dide vê bernameyê, soza ku daye şehîdan bi nivîs û dîmenan bi cih tîne. Barekî giran hildigire ser milê xwe û heya dawî jî ji bo vî karî bi ser bixe di nava liv û tevgerê de dimîne. Bi biryar û tekoşîna xwe, bi rihekî berpirsyar û bi biryarekî xurt bê rawistandin ev karê pîroz dide meşandin.
Heval Xerib di rêya şagirt û hevalên xwe, şehîdên ragihandina YPG, rêheval Mezlûm, Keder, Agirî û Arînan her tim li soza xwe xwedî derket. Di her hemleyê de cihê xwe di eniyên herî pêş de digirt, ji bo şopandina heqîqetê her tim amade bû ku di oxira wê de canê xwe jî bide rêya Rûmet, Bîrhat û Eylûlan ji xwe re esas digirt.
Ji destpêka Pêngava Xezeba Firatê ve ya ku di meha Mijdarê 2016`an de destpê kiribû hevalê Xerîb wekî endamê Navenda Ragihandina YPG’ê ev pêngav şopand û gav bi gav meşa şervanên azadiyê ji bo raya giştî û cihanê re radigihand. Roja 20’ê Nîsana 2017`an de, di eniyên pêşde li gundê Em Tenek ê ku dikeve bakûrê rojavayê bajarê Reqa de di encama mayinekê de hevalê Xerîb tevlî karwanên şehîdan dibe.
Hevalê Xerîb heya kêliya xwe ya dawî jî bi rih û moralekî bilind her tim tev digeriya û bi rihê xwe yê bi berpirsyar û fedekar bû mînaka rojnamegeriya azad û rihê şoreşa Rojava.”
Nasnameya endamê Ragihandina YGP’ê yê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
Nasnav : Xerîb Welat
Nav û Paşnav : Xerîb Reşo
Navê Dayikê: Lemya
Navê Bav: Hemûş
Cihê Jidayikbuyînê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Em Tenek /Reqa- 20’ê Nîsana 2017