YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Rojava didomin
YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand, êrîşên artêşa Tirk û komên wê yên çete li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.
YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand, êrîşên artêşa Tirk û komên wê yên çete li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî xaka Rojava dewam dikin.
YPG’ê ragihand, di şeva 5'ê Adarê de artêşa Tirk bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Yabsê û Girê Silûlê yên dikevin rojhilatê Kobanê.
Navedê da xuyakirin, ku di heman şevê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundên Eyn Deqnê û Belûnê yên girêdayî Efrînê. Li ser van êrîşan jî şervanan jî bi awayekî bandor bersivê dan.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn.
"Di 06.03.2017’an de, danê nîvro çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi topên hawanan êrîş birin li ser Vîla Qadi ya girêdayê Efrînê. Piştî êrîşê hêzên me jî çeperên çeteyan kirin hedef û bi awayekî bi bandor lêxistin.
Heman rojê di saetên şev de artêşa Tirk bi çekên giran gundê Ziyaret û Girê Şehîd Hogir ên dikevin rojavayê Kobanê gulebaran kirin. Di heman demê de hêzên me bersivên êrîşan dan.
Dîsa heman şevê çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin jî bi topên hawan û obûsan gundê Belûnê û Maranez ên girêdayî Efrînê bombebaran kirin. Hêzên me jî bi heman awayî çeperên çeteyan topbaran kirin.
Di 07.03.2017’an saetên nîvro de artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Korelî ya dikeve rojavayê Kobanê.
Leşkerên Tirkan heman şevê saet 23.30’an de jî bi çekên giran êrîş birin li ser Girê Til Şeîr a dikeve rojavayê Kobanê. Bi awayekî hemwext tîmek ji leşkerên Tirkan hewldan ji navbera gundê Zormixar û Ziyaret ên Kobanê derbasî Rojava bin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî dem kurt qewimî û leşkerên artêşa Tirk neçar man carek din derbasî bakurê sînor bibin. Di dema şer û heta şer dawî jî bû, balafirek şer a artêşa Tirk li ser giştî xeta sînor a Kobanê re geriya.
Heman rojê 40 leşkerên artêşa Tirk jî ji milê gundê Firfirkê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê derbasî xaka Rojava bûn. Dema derbasbûn de artêşa Tirk bi çekên giran çeperên hêzên me ya gundê Karababa ya navçeya Şiyê jî xistin. Dîsa li pêgerên bê mirov ên keşfê geriyan. Piştî van bûyeran hêzên me ketin nav tevgerê û di ser leşkeran de girtin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şer qewimî. Di encama şerî de qasî hat zelal kirin 2 leşkerên artêşa Tirk hat birîndar kirin û balafirekî bê mirov a diron a leşkeran jî hat xistin."