YPG: Êrişên arteşa Tirk li dijî xaka Rojava dijwartir dibin
YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojava dijwar dibin, ev êrîş ji serê meha Sibatê vir ve hê dijwartir didomin.
YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojava dijwar dibin, ev êrîş ji serê meha Sibatê vir ve hê dijwartir didomin.
Navenda Raghandin û Çapemeniya YPG`ê têkildarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî axa Rojavayê û taybet êrîşên di meha Sibatê de dewam dikin agahî parvekirin.
Navenda YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:
"Ji destpêka meha Sibatê bigre heta niha êrîşên dewleta Tirk li dijî axa Rojavayê Kurdistanê dewam dike. Bûyer û êrîşên di nava hefteya destpêkê ya meha Sibatê de çêbûne wiha ne; Di 2'ê Sibata 2017'an de artêşa Tirk di navbera gudê Aşmê yê ku dikeve rojavayê Kobanê ku gora Sûleyman Şah jî tê de ye, gundê Ziyaretê de dest bi çêkirina rê kirine."
Di 4'ê Sibata 2017'an de saet 11:00'an artêşa Tirk tevî endazyarek, 10 leşker û panzere jî navbera gundên Elok û Mia yên girêdayî Serêkaniyê derbasî nava axa Rojava bûne. Piştî li vir xebata keşfê ya bi armanca dagirkirina axa Rojava meşandin carek din derbasî Bakurê bûn.
ARTÊŞA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ SIVÎLAN DIKE HEDEF
Di 5'ê Sibata 2017'an çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi tang, topên hawanan û çekên doçka êrîşî gundên Belûne û Maranez Yên girêdayî Efrînê kirin. Çeteyan heman şevê bi topên hawanan êriş birin ser gundê Eyn Deqnê jî.
Heman rojê di saetên nivro de leşkerên artêşa Tirk jî bi çekên giran êrîşî gundiyên gundê Hemama yên ku dixwestin biçin nav erdê xwe de bixebitin kirin.Di encama vê êrişê de di traktorek gundiyan de zirare madî pêk hat. Dîsa çend pezên gundiyan jî telef bû.
Dîsa heman şevê arteşa Tirk bi çekên giran êrişî gundê Ziyaret yê dikeve rojavayê Kobanê û bê serûber malên gundiyan gulebaran kirin.
Di 6'ê Sibata 2017ʹan de çeteyên di bin fermandariya arteşa Tirk de tevdigerin bi topên hawanan û çekên doçka êrişî gundê Maranez û hemû xeta eniye ku dikeve li hemberî Ezazê kirin.
Heman şevê arteşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin bi awayekî hemwext bi topên obûs û tangan heta derengiyê şevê gundên Qitmê, Maranez û Belûne xistin. Piştî vê êrişê hêzên me jî bersivê êrişan da. Di encama vê bersiv dayinê de qasî hat zelalkirin wesayîtekî eşkerî û treksek ya çeteyan hat ruxandin. Dîsan li aliyê din depoyek ya çeteyan ku li wir êrîş li darxistin hat rûxandin.”