YPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Efrînê dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ragihand, êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê dewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ragihand, êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê dewam dikin.
Di daxuyaniya navendê de li ser mijarê ev agahî hatin dayîn:
"Di 3'ê Adara 2017'an de çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin, êrîş birin ser gundê Maranez ê Efrînê. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî dem kurt rû da. Bi qasî hat zelalkirin di vî şerî de çeteyek hat kuştin.
Heman rojê çeteyan ji milê Idlîbê bi topên hewanan êrîş birin li ser taxa Seken Şebab a Halebê.
Di 4'ê Adarê de artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir ser gundê Silulê yê li li ser sînorê rojhilatê Kobanê. Hêzên me jî bi awayekî bandor bersiv dan artêşa Tirk.
Heman rojê ji saet 19.00an heta derengiyê şevê artêşa Tirk bi çekên doçka û çekên ferdî gundê Karababa yê giredayî navçeya Raco ya Efrînê gulebaran kirin. Hêzên me jî bi heman astê bersivê leşkerên Tirk dan û li qadê demekê şer qewimî."