YPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser axa Rojava dewam dike
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk duh bi şev li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê geriyan.
ÇETEYEK HAT KUŞTIN
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di heman şevê de, çeteyên bi fermana artêşa Tirk tevdigerin, bi topên hawan û obusan êrîş birin ser gundê Maranez ê Efrînê. Hêzên me di cih de bersiv dan çeteyan û di encamê de bi qasî hat zelalkirin çeteyek hat kuştin."