YPG'ê nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihadnin û Çapemeniya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 8 şervanên xwe yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 8 şervanan eşkere kir. Navendê sersaxî ji malbatên şervananan re xwest.

ŞERVANÊN XEZEBA FIRATÊ PÊŞVE DIÇIN

Daxuyaniya YPG'ê wiha ye;

"Operasyona ku bi armanca rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê hatibû destpê kirin, di roja 19. de bi hemû leza xwe didome. Di rojên çûyî de şervanên Xezeba Firat`ê ji hemû milan ve bajarê Tebqa dorpêç kiribûn. Piştî şer û pevçûnên li derdora Tebqa û gundewarên wê, çeteyên DAIŞ`ê derbên giran ji destê şervanan xwarin û di vê qadê de têk çûn. Tevî hemû êrîş û hewldanên çeteyan jî şervanên Xezeba Firat`ê dest bi pêşveçûna xwe ya ber bi navenda bajar kirin.

8 HEVALÊN ME BI QEHREMANÎ ŞER KIRIN  Û GIHIŞTIN ŞEHADETÊ
 
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya ku şervanên YPG û YPJ jî di nav de cih digirin, nêzî bajarê Tebqa bûn. Çeteyên DAIŞ`ê ji bo astengkirina pêşveçûna şervanan gelek caran çekên giran û maşîneyên bombebarkirî êrîşî çeperên şervanan kirin. Di encama pevçûnên ku qewimîn de gelek çete hatibûn kuştin, hejmarek zêde çek û cebilxane hatibû bidest xistin û gelê herêmê yê ku ji aliyê çeteyan ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn derbasî qadên ewle hatibûn kirin. Şervanên Odeya Çalakiyê bi hemû hêza xwe hewl dan ku welatiyên sîvîl nekevin xeterîyê. Bi vê armancê, dema şervanên QSD`ê bi vê erka xwe radibûn, 8 hevalên me bi qehremanî şer kirin û giheştin asta şehadetê.
 
Ev hevalên me gelê herêmê û axa wan, bi biryardarî û fedaîtiyeteke mezin, di oxira canê xwe de parastin. Vê rastiyê jî, bi heya şehadetê bê navber şerkirinê ve nîşanî me dan. Em wekî YPG û YPJ, soz didin ku bi lê zêdekirina têkoşîna wan bi ser têkoşîna xwe de, emê ji bo bîranîna wan heya serkeftinê bêyî rawestan bimeşin. Em sersaxiyê di serî de ji bo malbatên wan, ji bo hemû gelên Kurdistan dixwazin.
 
Nasnameya pakrewanan wiha ye:
 
Nasnav: Agirî Kurdistan
Nav û Paşnav: Ehmed Ferec
Navê Dayikê: Mihsine
Navê Bav: Bedir
Cihê Ji Dayikbuyînê: Dêrezor
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Hewas 01 Nîsan 2017
*** 
Nasnav: Bêrîtan Çiya
Nav û Paşnav: Zehra Xelef
Navê Dayikê: Şaha
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbuyînê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, Sefsafa 05 Nîsan 2017
 *** 
Nasnav: Fûrat Heseke
Nav û Paşnav: Samir Xilêf
Navê Dayikê: Emel
Navê Bav: Ratib
Cihê Ji Dayikbuyînê: Heseke
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 02 Nîsan 2017
 ****
Nasnav: Rojhat Ronî
Nav û Paşnav: Ehmed Turgay
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Badî
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, Sefsafa 07 Nîsan 2017
***
Nasnav: Rûken Qamişlo
Nav û Paşnav: Şêrîn Mihemed
Navê Dayikê: Zekiye
Navê Bav: Fexredîn
Cihê Ji Dayikbuyînê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, Sefsafa 05 Nîsan 2017
 *** 
Nasnav: Sêal Cûdî
Nav û Paşnav: Newroz Hesen
Navê Dayikê: Helîma
Navê Bav: Silêman
Cihê Ji Dayikbuyînê: Girkê Legî
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa 07 Nîsan 2017
 *** 
Nasnav: Şoreş Kobanê
Nav û Paşnav: Şoreş Mihemed
Navê Dayikê: Seîde
Navê Bav: Nurî
Cihê Ji Dayikbuyînê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, Sefsafa 05 Nîsan 2017
 ***
Nasnav: Zinar Heseke
Nav û Paşnav: Mihemed Mesûd
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Îssa
Cihê Ji Dayikbuyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Hewas 01 Nîsan 2017