YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê bi daxuyaniyekî niviskî nasnameya 6 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê û topbrana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê nasnameya 6 şervanan ku di Pênagava Xezeba Firatê û di encama topbaran artêşa Tirk a dagirker yên li ser herêmên Şehba û Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Daxuyaniya YPG'ê wiha dest pê dike; "Di her roj û keliyê em di nav şoreşê de têdikoşin, berxwedan jê re ziman e. Eger me li ber xwe nedaba, em nedigihîştin vê rojê. Şoreşa Rojava li tevahî cîhanê deng  vedaye û bi saya lehengan mezin bûye.
4 RÊHEVALÊN ME BI QEHREMANTÎ ŞER KIRIN Û ŞEHÎD BÛN

Di roja îro de em nasnameyên  6 hevalan radigihînin, ev demek dirêj e êrîşên DAIŞ’ê yên berfireh li ser herêma Şedadê pêk tîne û di 6’ê Nîsanê de li gundê Çinad û Inad şerên dijwar rû dan. Di encama van şerên dijwar de, 4 rêhevalên me yên bi qehremaniyek mezin tevlî van şeran bûn û heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin, gihîştin şehadetê.

Di heman demê de rêhevalê me Reşo Tirbespiyê yê ku bi rihekî fedakarî tevlî Pêngava Xezeba Firatê bû, di 30′yê Adarê de bi giranî li bajarê Tebqayê birîndar bû û tevî hemû hewldanên ku hatin  rizgarkirin, lê mixabin di 8′ê Nîsanê de li bajarê Qamişlo di nexweşxanê de tevlî pakrawanên azadiyê dibe.

Hevalê me Mihemed Hozo (Mazlûm) di dîroka 23′yê Adarê di encamê topbarana artêşa Tirk a li ser herêma Efrînê de, bi giranî birindar bû û tevî hemû hewldanên ku hatin kirin, Mazlûm di 8′ê Nîsanê de li bajarê Efrînê di nexweşxaneyê de tevlî refên şehîdan dibe.

Şehîdên me ji bo ku xeyalên gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi cih bînin, bedena  xwe dane pêşiya guleyan. Li ser vî esasî weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, em di kesayetiya van şehîdan de, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin, bejna xwe li ber mezinahiya wan ditewînin û soza şopdariya rêya wan nû dikin.

Nasnameya şervanan wiha ye:

Nasnav: Dilyar Quwetlî
Nav û Paşnav: Mihemed Mehmûd
Navê Dayikê: Xufe
Navê Bav: Ebdilriza
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Çinad û Inad  6 Nîsan 2017
***
Nasnav: Quwetlî
Nav û Paşnav: Iyad Esed
Navê Dayikê: Nofa
Navê Bav: Mihemed
Cihê jidayîkbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Çinad û Inad  6 Nîsan 2017
***
Nasnav: Rojhat Cudî
Nav û Paşnav: Mahir Ehmed
Navê Dayikê: Minife
Navê Bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Çinad û Inad  6 Nîsan 2017
***
Nasnav: Zagros Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed Caniya
Navê Dayikê: Wetha
Navê Bav: Selic
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Çinad û Inad  6 Nîsan 2017
***
Nasnav: Reşo Tirbespiyê
Nav û Paşnav: Raşid El-Hebîb
Navê Dayikê: Atiya
Navê Bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê, Gundê Bizona
Cih û Dîroka Şehadetê: Nexweşxaneya Qamişlo 8 Nîsan 2017
***
Nasnav: Mazlûm
Nav û Paşnav: Mihemed Hozo
Navê Dayikê: Ewfa
Navê Bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn 8 Nîsan 2017