YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kir
YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên xwe yên di berxwedana pêngava duyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên xwe yên di berxwedana pêngava duyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 5 şervanên xwe yên ku di 26'ê Kanûnê li bakurê Reqayê jiyana xwe ji dest dabûn û şervanekî li gundê Farisê dema li ser erka xwe bû gihişte şehadetê eşkere kir.
YPG'ê diyar kir ku Pêngava Xezeba Firatê ya ku di 5’ê Mijdara 2016’an de despêkirbû, bi hemû hêza xwe heta vê berdawam dike. Şervanên Xezeba Firatê di nav şerên pir dijwar de ne, lê rexmî vê yekê jî berxwedaniyeke mezin didin nîşandan.
Navendê di daxuyaniya xwe de got: "Ev pêngav li ser bangewaziya welatiyên herêma Reqa hat destpêkirin, ji bo rizgarkirina wan ji zilma çeteyên DAIŞ'ê ku ev bi salane bajarê Reqayê dagir kirine."
Di daxuyaniya Navendê de bal kişand ser van xisûsan:
"Qonaxa yekemîn a vê pêngav bi 2 baskan ve hate meşandin, di wê pêngav de gelek herêmên stratijîk ji çeteyan hatin rizgarkirin.
Di 10’ê Kanûnê de qonaxa duyemîn ji operasyona ‘’Xezeba Firatê’’ hat despêkirin, bi armanca berdewamiya qonaxa yekemîn û rizgarkirina gelên herêma bakûrê Reqayê.
Ev pêngav bi awayekî serkeftî tê meşandin, di pêngavê de keda şehîdên me di asta herî jor de ye. Di vê qonaxê de şervanên me heta niha gelek cih û gundên stratejîk ji çeteyan rizgar kirine.
Di 26’ê meha Kanûnê de li gelek deverên bakûrê Reqayê şerên giran qewimîn. Di şer de 5 hevalê me bi qehremanî şer kirin û gehiştin şehadetê. Her wiha hevalekî me jî li gundê Farisê dema li ser erka xwe bû gihîşte şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ),di kesayeta van hevalan de, hemû pakrawanên Şoreşa Rojavaye Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin û soza şopandina rêya wan didin. Di serî de ji malbata şehîdan, tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."
Nasnameya şervanên YPG'ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Ezeldîn
Nav û Paşnav: Ehmed El-Selab
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê: Gundê El-Begil
Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa/ 26.12.2016
Nasnav: Ebud
Nav û Paşnav: Ebud Etiye
Navê Dayikê: Hena
Navê Bav: Mehmud
Cihê Jidayikbûnê: Gundê Em Sut
Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa/26.12.2016
***
Nasnav: Pîro
Nav û Paşnav: Ehmed Mihemed Îdan
Navê Dayikê: Eyşa
Navê Bav: Ebdulleh
Cihê Jidayikbînê: Gundê El-Begil
Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa/ 26.12.2016
***
Nasnav: Refat
Nav û Paşnav: Huseyin Huseyin
Navê Dayikê: Zehra
Navê Bav: Bedir
Cihê Jidayikbûnê: Gunde Siqeşk Ebire Tişrîn
Cih û Dîroka Şehadetê:
***
Nasnav: Safî
Nav û Paşnav: Xelîl El-Selab
Navê Dayikê: Eyşa
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Gundê Til Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa/26.12.2016
***
Nasnav: Egîd Dilgeş
Nav û Paşnav: Setam Şêx Osman
Navê Dayikê: Çeçanê Bekir
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa/ 26.12.2016