YPG'ê nasnameya 4 şervanên şehîd eşkere kir

Navenda ragihandina YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 4 şervanên ku li Reqqa di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn eşkere kir.

YPG'ê di destpêka daxuyaniya xwe de diyarkir ku Şoreşa Rojava li tevayî cîhanê deng vedaye û wiha hat gotin; "Di her roj û kelî de  em di nav şoreşê de tekoşîn dikin, berxwedan jê re ziman e. Eger me li ber xwe nedana em nedigîştin vê  rojê û  bi saya lehengan mezin bûye."

Daxuyanî wiha berdewam dike; 
"Di roja îro de em nasnameya 4 hevalan radigihînin. Yek ji wan jina ereb Ş.Zilan Heleb e. Ew hevala pakrewan dema ku di hemleya Xezeba Firatê de cih girtibû di encama qezayekê da digihije şehadetê.

Hevalên me yên din şehîd Elwan Elkefûr dema erkên xwe di nav refên YPG de pêk di anî li herême Reqqa yê şehîd bûye. Her wiha şehîd Demhat Koçer û Fîras Erkendî di berxwedana ku li beramberî komên cete li herêma Şedadê mîna tekoşeran digihêjin şehadetê.
 
Em wek Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ ji tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin. Her wiha ji bo tola hevalên xwe soza bilindkirina tekoşînê nû dikin.
 
Nasnameya Pakrewanan Wiha Ye:
*
Nav û Paşnav: Zîlan Heleb
Nasnav: Sara Silêman
Navê Dayikê: Henan
Navê Bav: Tirkî
Cihê Ji Dayikbuyînê: Minbic
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Xinêz 28 Sibat 2017

*
Nav û Paşnav: Fîras Erkendî
Nasnav: Fereh Tufan
Navê Dayikê: Gulê
Navê Bav: Mehmud
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê 03 Adar 2017
*
Nav û Paşnav: Demhat Koçer
Nasnav: Mihemed Seyîd
Navê Dayikê: Edla
Navê Bav: Seyîd
Cihê Ji Dayikbuyînê: Dêrik
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê 03 Adar 2017

*
Nav û Paşnav: Elwan Elkefûr
Nasnav: Elwan Elkefûr
Navê Dayikê: Fewza
Navê Bav: Teysîr
Cihê Ji Dayikbuyînê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa 13 Tebax 2016