YPG`ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir

YPG`ê nasnameya şervanekî xwe yê Iraqî û 2 şervanên xwe yên di cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navenda Raghandinê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên YPG`ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê û Şedadê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Navenda YPG’ê diyar kir ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di destpêka şoreşa Rojava heya roja me ya îro tekoşîneke bê hempa li hember terora ku li ser gelê Rojava û Bakurê Suriyê hatiye meşandin, daye. YPG`ê ne tenê şerê xwe yê li hember çeteyan bi serkeftî meşandiye hatiye naskirin, di heman demê de bi rêxistinkirin û taybetmendiyên xwe yên netewî û navnetewî hatiye naskirin. Bi ev taybetmendiyên xwe di herêmê de û qada navnetewî de bi hezkirin û qebûlkirinê re hatiye pêşwazîkirin. Bi vê girêdayî gelek ciwanên biyanî tevlî meşa azadiyê bûne û di oxira biratiya gelan de xwîna xwe ya zelal û pak rijandine.

Navenda YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“YPG`ê roja me ya îro jî ji bo aramiya herêmê tekoşîna xwe ya bê hempa di bin sîwana QSD’ê de li hember çeteyên DAIŞ’ê dimeşîne. Şervanên azadiyê bi armanca tunekirina dagirkerî û terora DAIŞ’ê bi baweriyekî xurt û bi ruhekî berxwedêr têdikoşe. Di demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê li her demî zêdetir li hember şervanên Xezeba Firatê bi her cureyên şer êrişên berfireh lidar dixe. Şervanên QSD’ê hemû êrîşên çeteyan şikandiye û pêşveçunê xwe ber bi Reqayê berdewam dike.

2 şervanên me di şikandina êrişê çeteyan de bi cesaret û fedekariyekî mezin ber xwe dan û di binxistina armanca çeteyan de rolên sereke lîstin. Yek ji wan hevalan şehîd Canpolat ê ku eslê xwe ji welatê Îraqê ye. Weke YPG’ê tekoşîna şehîd Canpolat ku ji bo mirovahiyê daye û bi şehadeta xwe pira navbera gelan de xurt kiriye, ji bo xurtkirinê soza bilindkirina tekoşînê didin û sersaxiyê ji gelê Îraqê re dixwazin.

Hevalê me Ceger Hesekê ji bo parastina gundê Ebû Fas yê girêdayî Şedadê li ser erka xwe bû, di encama qrîza dil de gihiştiye şehadetê.

Weke YPG û YPJ hemû şehîdên berxwedêr bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Di Serî de ji malbatên şehîdan û hemû gelên Rojava, Bakurê Sûriye û gelên Îraqê re sersaxiyê dixwazin. Soza ku me daye şehîdan ji bo welatekî azad avabikin û biratiya gelan çêbikin em careke din nû dikin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Canpolat

Nav û Paşnav: Atalla Xidir Taha

Navê Dayikê: Fadîle

Navê Bav: Xidir

Cihê Jidayikbûnê: Îraq

Cih û Dîroka Şehadetê: Bajêrê Tebqa /10 Nîsan 2017

***

Nasnav: Ceger Hesekê

Nav û Paşnav: Samî Umir

Navê Dayikê: Neîma

Navê Bav: Feyad

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Ebû Fas /Şedadê-11 Nîsan 2017

***

Nasnav: Cîlo Qamişlo

Nav û Paşnav: Xelîl Şêxo

Navê Dayikê: Wîdad

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Merzîla /Reqa- 12 Nîsan 2017