YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir

YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên li Reqa û Dêrikê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat gotin, "Yekîneyên Parastina Gel YPG ji damezrandina xwe heya roja îro gelek fermandarên xwe ku pêşengtiya şer û jiyanê kirine şehîd daye. Di van şeş salên dawî de di serî de damezrînerên YPG şehîd Xebat Dêrik, Rûbar Qamişlo, Hisên Şawîş û bi dehan fermandarên YPG ku pêşengtiya Şoreşa Rojava kirine şehîd bûne."

Navendê diyar kir, Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina bajar û gelê Reqayê tê meşandin, bi pêşengtiya şervanên YPG û YPJ’ê îro gihaştiye ber deriyê Reqayê û destnîşan kir, ev pêşketin bi saya şehîdan, bi berxwedana bêhempa pêk hatiye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Em îro sê hevalên xwe ji gelê xwe re eşkere dikin. Yek ji wan fermandarên me ku di pêngava Xezeba Firatê de di destpêkê de cihê xwe girtiye û heya tekoşîna xwe ya dawî gihiştiye asta şehadetê fermandar Rûbar Mêrdîn e.

Hevrê Rûbar ji berxwedêrên mezin ku di şoreşa Rojava de rolekî mezin lîstibû û berpirsiyartiyên girîng girtibû li ser milê xwe. Hevrê Rûbar li hemberî doza gelê Kurd xwe berpirsiyar dît û dest bi xebatên neteweyî kir.
 
Heval Rûbar li gelek bajarên Rojava li dijî terorîstên DAIŞê şer kir. Di jiyana xwe ya di nava tekoşîna rizgariya neteweyî de bi dilnizimbun û fedakariya xwe dihat naskirin, di gelek hemleyan de cihê xwe girtiye û di desketiyên ku hatine standin de rolekê mezin leyîstiye. 

Mêrdîn ku ev şeş sal in di şoreşa Rojava de cihê xwe girtiye, erka şoreşê ku ketiye ser milê wî heya dawî jî pêk aniye.

Hevalê me Delîl Doxan jî di pêngava Xezeba Firatê de ji bo rizgarkirina Reqayê li hember çeteyên hov yên dijî mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye û heya bighije asta şehadetê berxwedaneke mezin nîşan daye. Hevalên me Firat Amed ku ji yên destpêkê tevlî nava refên YPG bu li bajarê Dêrikê di encama qezaya trafîkê de şehîd bûye.

Wek YPG û YPJ di kesayeta şehîd fermandar Rûbar Mêrdîn de hemû şehîdên xwe bibîr tînin. Di serî de malbatên şehîd û gelê Kurd re sersaxî dixwazin. Em ê têkoşîna ku şehîdan gihandine vê astê bilindtir bikin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her sê şervanan bi vî rengî ye:

Nasnav: Rûbar Mêrdîn
Nav paşnav: Metîn Bekir
Navê Dayikê: Gêvê 
Navê Bav: Eyûb
Cih û dema şehadetê: Reqqa, Mamuriyê 02 Adar 2017

Nasnav: Firat Amed
Nav paşnav: Şehzad Hadî
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Ekrem
Cihê jidayikbûnê: Dêrik 
Cih û dema şehadetê: Dêrik 06 Adar 2017

Nasnav: Delîl Dogan 
Nav paşnav: Omer Karakoyun 
Navê Dayikê: Nûrhat
Navê Bav: Ehmed
Cih û dema şehadetê: Reqqa 02 Adar 2017