YPG’ê nasnameya 2 şervanan ragihand
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya Ryan Lock (Berxwedan Gîvara) û Nazzareno Antonio Tassone (Agir Ararat) ên li Reqayê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya Ryan Lock (Berxwedan Gîvara) û Nazzareno Antonio Tassone (Agir Ararat) ên li Reqayê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameya Ryan Lock (Berxwedan Gîvara) û Nazzareno Antonio Tassone (Agir Ararat) ên li Reqayê jiyana xwe ji dest dan, bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir.
Di daxuyaniya YPG’ê wiha hat gotin; “Berxwedana ku Yekîneyên Parastina Gel û Yekineyên Parastina Jin di Rojhilata Navîn de nîşanî cîhanê daye hişt ku mirovahî rastiya gelê Kurd binase, bi rastiya gelê qehreman re serwext bibe. Îro yê ku terora DAIŞ hildiweşîne û dawî lê tîne YPG ye. Lewra her keseke xwedî namûs dixwaze li gel vê hêzê şer bike û mohra xwe li dîrokê bide.”
YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de wiha behsa her du têkoşerên azadiyê kir:
“Her du lehengên me Agir û Berxwedan ên pêşeng ku bi îlankirina hemleya rizgarkirina Reqayê ji 5'ê Mijdara 2016’an heta niha berxwedaniyek bi rêxistinkirî di nav refên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de li hember çeteyên DAÎŞ kirin, li eniyên bakurê Reqayê derbên mezin li çeteyan dan. Van hevalên me ji roja destpêkê a hemleya Xezeba Firatê heta niha li gel hemû bêderfetiyan jî bûn pêşengên berxwedanê û komên çete kirine nava tirs û xofên mezin. Hevalê me Agir (Nazzareno Antonio Tassonedi) di mewziya xwe de heta guleya dawî bi israr û îradeyek mezin şer kiriye û bûye nûnerê ruhê fedaî. Her wiha hevalê me Berxwedan (Ryan Lock) ji roja destpêkê ya operasyonê heta kêliya dawî deqeyekê jî ranewestiyaye û li hemû eniyên şer cih girtiye û bûye navê fedekariyê. Van hevalan mezinbûna xeta qehremantiyê nîşanî hemû dost û dijminan dane.
Hevalên Agir û Berxwedan çeper bi çeper geriyan û her tim bi xwesteka xwe di qadên herî pêş de cihê xwe girtine û ti caran jî teredûd nekirine, hêz û bawerî dane hevalên xwe yên berxwedêr. Em bi şehîdbûna her du hevalên pêşeng ketine nava xemgîniyek kûr û şehadeta wan bûye sedema êşek mezin. Lê belê dewamkirina têkoşîna wan a pîroz û meşa di bin ala berxwedanê de ku bi şehadeta xwe bilind kirine, ji bo me rûmetek mezin e. Hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelan feda kirine û ji cîhanê re bûne sembol û mînak.”
YPG’ê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku wê di şopandina rêya Ryan Lock (Berxwedan Gîvara) û Nazzareno Antonio Tassone (Agir Ararat) de bi israr bin û got; “Em di şexsê van her du hevalan de ji bo hemû gelên cîhanê û mirovahiyê, bi taybet jî ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameya şervanên YPG’ê wiha ne:
Nasnav: Berxwedan Gîvara
Nav û Paşnav: Ryan Lock
Navê Dayikê: Cathrin
Navê Bav: John
Cihê Jidayikbûnê: Chichester. UK
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa-Caber Xerbî / 21.12.2016
***
Nasnav: Agir Ararat
Nav û Paşnav: Nazzareno Antonio Tassone
Navê Dayikê: Tina
Navê Bav: Mark
Cihê Jidayikbûnê: New Market-Ontario-Canada
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa-Caber Xerbî / 21.12.2016