YPG’ê nasnameya 10 şervanên Pêngava Xezeba Firatê eşkere kir

YPG’ê bi diyar kir ku di şerên dijwar ên ji 5’ê Adarê ve li herêma Reqayê qewimîn de 10 şervanên Pêngava Xezeba Firatê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 10 şervanên ku di Pêngava 3. a Xezeba Firat ku piştî rewşa hewayê ya ku 5’ê Adarê destpêkiribû de, di ecama şerê dijwar ên li Reqa û derdora gundên Dêra Zorê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

YPG’ê diyar kir ku Ji bo rizgarkirina gelê Reqayê ku Pêngava Xezeba Firatê hatibû destpêkirin di qonaxa sêyemîn de bi dijwarî berdewam dike. Di bin sîwana Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku rola sereke girtiye ser milê xwe pêşketin û deskeftiyên mezin ava dike.

Navendê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir:

“Di 5’ê Adara 2017’an de berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê ragihand kû pêngava 3. a rizgarkirina bajarê Reqa û gundên Dêra Zorê ya ku hefteyek berê ji ber rewşa hewayê hatibû rawestandin, cardin dewam dike. Ji 5’ê mehê heta roja me ya îro gelek gund û bejahî hat rizgar kirin û di rizgarkirina van gundan de gelek şerên dijwar li eyaleta Reqayê rû dan. Di encama van şeran de 10 şervanên me gihiştine şehadetê.

Di van 5 mehên dawî de rizgarkirina gelek gund û cihen stratejîk de şervanen me li dijî çeteyen DAIŞ’ê berxwedanekî bê hempa nîşan dane. Di Pêngava Xezeba Firatê de heta niha gelek hevalên me yên qehreman ji bo armanc û hedefe xwe pêkbînin gihiştine şehadetê.

Weke YPG û YPJ, em di kesayeta her 10 şervanan de hemû pakrewanên Şoreşa Rojavaye Kurdistanê bi rêzdarî bi bîrtînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza şopdariya rêya wan didin. Di serî de ji malbata şehîdan, em ji tevahî gelê Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din re sersaxiyê dixwazin. Soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û em ê tekoşîn bikin ku layiqê şer û berxwedana hevalên xwe derkevin.

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameya 10 şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Bêrîvan Mîra

Nav û Paşnav: Hêlîn Şahîn

Navê Dayikê: Gulbehar

Navê Bav: Abdulbaqî

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa/ 03 Adar 2017

***

Nasnav: Denîz Kobanê

Nav û Paşnav: Mustefa Beko

Navê Dayikê: Cîhan

Navê Bav: Birader

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa/06 Adar 2017

 ***

Nasnav: Kemal Pîr

Nav û Paşnav: Abdûlqadir Arîs

Navê Dayikê: Aysel

Navê Bav: Abdulleh

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa/ 05 Adar 2017

***

Nasnav: Ozan Besta

Nav û Paşnav: Remezan Kaplan

Navê Dayikê: Hemdal

Navê Bav: Mehemet

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa/03 Adar 2017

***

Nasnav: Rojhat Şiyar

Nav û Paşnav: Delîl Yaşar

Navê Dayikê: Gulsûm

Navê Bav: Xalîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa/ 06 Adar 2017

***

Nasnav: Şerîf Şiyar

Nav û Paşnav: Îmad Îbrahîm

Navê Dayikê: Îsra

Navê Bav: Mesûd

Cihê Jidayîkbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa/06 Adar 2017

***

Nasnav: Şoreş Hesekê

Nav û Paşnav: Beşar El-Ebid

Navê Dayikê: Hesna

Navê Bav: Salih

Cihê Jidayîkbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa/ 08 Adar 2017

 ***

Nasnav: Şoreş Pirsûs

Nav û Paşnav: Omer Solak

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Adnan

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa/ 06 Adar 2017

 ***

Nasnav: Zagros Reqqa

Nav û Paşnav: Îbrahîm Mihemed

Navê Dayikê: Zeyneb

Navê Bav: Mustefa

Cihê Jidayîkbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa/05 Adar 2017

***

Nasnav: Zerdeşt Amed

Nav û Paşnav: Yûsuf Canturk

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Eyûp

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa/ 01 Adar 2017