YPG’ê nasanmeya 7 şervanan eşkere kir
YPG’ê nasnameya 7 şervanên Pêngava Xezeba Firatê yên li bajarokên Kerama û Til Hemisê li dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG’ê nasnameya 7 şervanên Pêngava Xezeba Firatê yên li bajarokên Kerama û Til Hemisê li dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firat ên li bajarokê Kerama û şervanekî li bajarokê Til Hemîs de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG’ê diyar kir ku îervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên di nava Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) de ji bo rizgarkirina Reqayê pêşengtiyê dikin di her sê merhaleyan de di çeperên herî pêş de cihê xwe digrin. Şervanên me pîvana deskeftî bê bedel nabe ji xwe re esas digrin û bi ruhekî mezin têkoşîn dikin û destanan dinivîsînin.
Navenda YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî da:
“Bi ruhê vê têkoşîna hevapar îro em nasnameya 7 şervanên xwe yên ku di demên cuda di Adara 2017’an de di çalakiyên rizgarkirina gundewarên Reqayê de cihê xwe girtibûn, eşkere dikin.
Pêşengtiya ku şehîdên me dikin di merhaleya 3'emîn de jî şervanên me gav bi gav pêşve diçin. Piştî şerên dijwar ên bi dîrokên cuda li bajarokê Kerama rû dan 6 şervanên me gihiştibûn şehadetê. Her 6 şervanên me ku di Pêngava Xezeba Firatê de, di hemû merheleyan da rolekî mezin leyîstin. Di heman demê de hevalê me Şoreş Qamişlo dema erkên xwe yên parastinê li bajarokê Til Hemîsê pêk danîn, gihişt şehadetê.
Weke Yekîneyên Parastina Gel, di serî de ji malbatên şehîd û tevahî gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li ber mezinahiya pakrewanan ditewînin. Bi rizgarkirina Reqa em ê soza serkeftinê ya şehîdan bicih bînin."
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameya şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Akif Bagok
Nav û Paşnav: Îlyas Balta
Navê Dayikê: Muxlîse
Navê Bav: Ebdluhekîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Kerama /Reqa- 22’ê Adara 2017
***
Nasnav: Firat Botan
Nav û Paşnav: Mehmet Demir
Navê Dayikê: Selîme
Navê Bav: Ebdulkerîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Ayalete Reqa 21’ê Adara 2017
***
Nasnav: Mistefa Şêx
Nav û Paşnav: Mistefa Şêx
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Ebdulkerîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Kerama /Reqa- 20’ê Adara 2017
***
Nasnav: Necim El-Elûş
Nav û Paşnav: Necim El-Elûş
Navê Dayikê: Samiya
Navê Bav: Îsmayîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Kerama /Reqa- 20’ê Adara 2017
***
Nasnav: Şerzan Devrîm
Nav û Paşnav: Ferhat Yel
Navê Dayikê: Kiymet
Navê Bav: Ebdulrehman
Cih û Dîroka Şehadetê: Kerama /Reqa- 24’ê Adara 2017
***
Nasnav: Şoreş Qamişlo
Nav û Paşnav: Ebdulqadir Sifok
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbuyînê:Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Hemîs/ 24’ê Adara 2017
***
Nasnav: Wail Hesekê
Nav û Paşnav: Hemîd Ebdullah
Navê Dayikê: Zemzem
Navê Bav: Mehmud
Cihê Ji Dayikbuyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Kerama /Reqa- 15’ê Adara 2017