YPG'ê li ser êrîşa artêşa Tirk daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya YPG'ê, li ser êrîşa artêşa Tirk a li Qereçoxê daxuyaniyek da û bang li gelê Rojava kir ku xwedî li hêzên xwe yên rewa derkeve.

Artêşa Tirk duh bi şev, bombe li Navenda YPG'ê ya li herêma Qereçoxê ya li nêzî bajarê Dêrikê barand.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"“Di berbanga Sêşema 25'ê Nîsana 2017'an de, saet di 02:00 de balafirên şer ê Tirkiyeyê êrîşeke berfireh li dijî navenda fermandariya YPG'ê ya li çiyayê Qereçox li nêzî bajarê Dêrikê pêk anîn. Li Qereçox Navenda ragihandinê, radyo, navenda têkiliyan (Itîsalat) û hin saziyên leşkerî hene. Di encama vê êrîşa xedar de hin şervanên me jiyana xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn. Piştre wê navê wan bê eşkerekirin.

Em weke YPG diyar dikin ku ev êrîşa tirsonek îradeya me ya azad di şerê li hember terorê de naşikîne. Her wiha em bang li gelê Rojava bi hemû pêkhateyên wê dikin ku bi hêzên xwe yên rewa re yek ref bin û li hember vê êrîşê  piştgiriya hêzê xwe bikin."