YPG'ê nasnameya leşkerên li Efrînê hatin kuştin weşand

Navenda Ragihandinê, dîmenê têkçûna artêşa Tirk a dagirker li Girê Qûdê yê Efrînê weşand. Di dîmen de nasnameyên leşkerên hatine kuştin jî xuya dikin.

Medyaya Tirk her çendî bi nûçeyên derew dibêje artêşa Tirk a dagirker bi lez û bez bi pêş ve diçe jî derbên giran li artêşa dagirker û çeteyên wê têne xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku di encama êrîşa hewayî ya zêde û bejahiyê de nikare gavekê jî bi pêş ve biçe berê xwe dide sivîlan. 

Artêşa Tirk a dagirker ku li gel her cure propagandayê û teknîka pêşketî jî li pêşberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk derbên giran dixwe, windahiyên xwe jî vedişêre. 

Di encama şerê 5 rojan de medyaya Tirk heta niha tenê nasnameya 4 leşkeran daye. Lê tê gotin bi dehan cenaze di dest şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne. 

Navenda Ragihandinê, dîmenê têkçûna artêşa Tirk a dagirker li Girê Qûdê yê Efrînê weşand. Di dîmen de nasnameyên leşkerên hatine kuştin jî xuya dikin.