YPG: Di êrîşên artêşa Tirk de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

YPG'ê der barê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk ên 5 rojên bihurî de agahî da û diyar kir, ji ber van êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê, li Efrîn û Girê Spî 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 12 sivîl jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, têkildarî êrîşên 5 rojên derbasbûyî yên artêşa Tirk a dagirker de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li seranserê sînorê Efrînê êrîşên xwe berfireh û dijwartir kirin.

Encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 5 rojên dawî wiha ne;

30.06.2017 saet 18:00'î çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Girê Îska û Girê Baxtiyar yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Heman rojê bi çekên doçka êrîşî Girê Dêwa kirin. Hêzên me bi çekên giran bersiv dan êrîşên çeteyan, lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa çeteyan bi topên hawanê êrîşî Basûfanê û Bircikê Silêman yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Her wiha di heman rojê de çeteyan bi çekên doçka êrîşî gundê Bêlûniyê yê girêdayî Şera kirin. Hêzên me heman demê bersiv dan êrîşê çeteyan. Li Efrînê gundê Maranazê çeteyên ku xwestin êrîşî çeperên hêzên me bikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û şer derket. Di encama vî şerî de çeteyek hat kuştin. Kuştî û birîndarên çeteyan zêdetirin, lê agahiyên zelal nehat bidestxistin.

Roja 1'ê Tîrmehê çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi topên obûsê êrîşî gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê û Minniqê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera, bi topên hawanê êrîşî Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û bi çekên doçka jî êrîşî Girê Şehît Şîlan kirin. Her wiha artêşa Tirk sînorê xwe derbas kir û bi wesayîtên wekî tireks û bager hewil da li Girê Baliya ku girêdayî navçeya Efrîn Bilbilê ye çeperên nû ava bike. Hêzên me bersiv dan artêşa Tirk û bagerekî artêşa Tirk hat rûxandin. Heman rojê çeteyan bi topên hawan, çekên doçka û BKC êrîşî Girê Şehît Şîlan û Girê Îska yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê, bi obûsan êrîşî gundên Maranez, Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera û bi çekên doçka êrîşî Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di encama êrîşê de li gundê Maranezê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera şewat derket û zeviyên gûndiyan şewitîn. Dîsa di heman rojê de balafirên şer û balafirên keşfê yên bê mirov li ser Kobanê geriyan û çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî bajarokê Şêxler yê ku dikeve rojhilatê Firatê kirin.

Roja 3'ê Tîrmehê saet di 16:00 de, çeteyan bi topên obûsê navçeya Efrîn Şera topbaran kirin û gundê Qestelê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera bi obûs û çekên giran gullebaran kirin. Her wiha çeteyan bi topên obûs û hawanê êrîşî Girê Şehît Şîlan, gundên Maranez, Malikiyê, Xalta, Cilbirê, Eyn Deqnê, Belûniyê, Basûfanê û Bircikê Silêman kirin. Her wiha balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêmê geriyan. Dîsa agir berdan zeviyên gundiyan yên girêdayî Maranezê û Bêlûniyê. Di encam de zerarê maddî hat jiyankirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan êrîşên çeteyan yên Maranezê, Basûfanê, Eyn Deqnê, Ezaz û Marê. Di encam de li pêş Maranezê û Basûfanê bi giştî du tireksên çeteyan hatin derbkirin. Lê di der heqê kuştî û birîndarên çeteyên Tirk de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê êrîşî Basûfanê yê girêdayî Şêrewa, bi çekên doçka êrîşî Geliyê Zîn yê girêdayî Cindirêsê kirin. Di encama topbarana çeteyan a li gundê Kefer Entanê ya girêdayî navçeya Efrîn Şera de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 8 sivîl jî birîndar bûn. Heman rojê artêşa Tirk hejmarek penaberên ku ji Reqayê ne, li herêma gundê Xizêl yê girêdayî Girê Sipî ku dixwestin sînor derbas bikin girtin binçavan. Di encam de penaber hatin îşkencekirin û cardin paş de hatin vegerandin. Lê dema ku penaber ji sînor ber bi Girê Sipî ve bi rê diketin hatin gullebarankirin û di encam de 2 sivîl hatin qetilkirin û 4 sivîl jî birîndar bûn. Dîsa leşkerên artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrîşî Pira Heşarkê kirin û hêzên me jî di heman demê de bersiv dan êrîşên çeteyan.

Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrîn û gundewarên wê bi hemû dijwariya xwe didome. Di van kêliyan de jî şer dewam dike."