YNK: Xiyaneta PDK'ê ya beriya 28 salan veguherî birîneke kûr

Polîtburo ya YNK'ê di salvegera dagirkirina Hewlêrê de daxuyaniyek da û got, "Ev xiyanet veguherî birîneke kûr."

Mekteb Siyasî ya YNK’ê ragihand ku beriya niha 28 salan artêşa Baasê bi fermana PDK’ê Hewlêrê dagirkir û hate gotin; “Xiyaneta 31’ê Tebaxê bi awayek bê şermane tê parastin.”

Mekteb Siyasî ya YNK’ê derbarê salvegera xiyaneta 31’ê Tebaxê de daxuyaniyek belavkir.

Daxuyanî wiha ye:

“Beriya 28 salan artêşa Baasê li ser daxwaza fermî ya PDK’ê Hewlêrê dagirkir û ev xiyanet birînek kûr danî ser bedena gelê Kurd. Xiyaneta 31’ê Tebaxê şermezariyek siyasî û nîştimaniye, lê tevî vê jî bi awayek bê şermane tê parastin.

Piştî 28 salan jî birînên vê xiyanetê sax nebûne û şopên wê yên siyasî, civakî, aborî û çandî jî li ser herêmê maye. Mixabin polîtîkayên xirab yên PDK’ê dubare dibin.”