YNK: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike

Serokê Fraksiyona YNK’ê ya li Parlementoya Iraqê Herêm Kemal Axa der barê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk got ku bi vê dagirkeriyê serweriya xak û asîmanî ya Iraqê tê binpêkirin.

Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrîşên dagirkirina Herêmên Parastinê ya Medyayê her ku diçe zêdetir dibe. Serokê Fraksiyona YNK’ê ya li Parlementoya Iraqê Herêm Kemal Axa der barê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dagirkeriyê bi tu awayî nayên qebûlkirin û wiha hate gotin: "Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê ku li ser xaka Herêma Kurdistana Iraqê daye destpêkirin tê wateya binpêkirina serweriya xak û asîmanî ya Iraqê. Her wiha ev êrîş li dijî prensîbên civaka navdewletî û cîrantiya navbera Iraq û Tirkiyeyê ye. Jixwe di operasyon û êrîşên ji beriya niha pêk hatibûn de jî derket holê ku pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê bi çekan çareser nabin. Berovajî vê yekê pirsgirêkan kûrtir dike.”