YNK: PDK’ê Hewlêr bi alîkariya Baas û dewleta Tirk dagir kir

YNK’ê ragihand ku PDK’ê Hewlêr bi tank û topên Baasê dagir kir û piştî salekê jî bi leşkerên Tirkiyeyê re ev dagirkerî dewam kir.

Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) di daxuyaniya xwe de wiha got: “PDK’ê bi tank û topên Baasê Hewlêrê dagir kir û piştî salekê jî bi tevlîbûna nav leşkerên Tirk vê dagirkeriyê dewam kir. Hemû xelkê Kurdistanê dizane ku PDK Hewlêr û Dihokê kiriye girtîgeha azadîxwazan û çavkaniyên Kurdistanê talankiriye.

Em ê Hewlêrê werbigirin, lê ne bi tank û topên dagirkeran. Em ê bi dengê xelkê resen ê Hewlêrê û yasayê werbigirin.”