YNK ji bo walîtiya Kerkûkê hewl dide

Piştî ku waliyê demdemî yê Kerkûkê Rakan Seîd Cuburî bû wekîl dîsa hilbijartina waliyê Kerkûkê bû rojev.

Piştî ku Waliyê Demdemî yê Kerkûk Rakan Seîd Cuburî bû parlamenter û li Iraqê sala nû ya yasadanînê dest pê kir, hilbijartina waliyê nû bû mecbûriyetek.

Li gel ku salek di ser re derbas bûye jî, ji ber sedema ku PDK, Yekgirtû tevlî civînên Meclîsa Bajêr a Kerkûkê nebûn walî nehate hilbijartin. Li ser vê yek ji rayedarê YNK'ê û endamê rêxistina rêxistinê ya YNK'ê û Meclîsa Bajêr a Kerkûkê Ahmed Askerî got heke vê carê jî tevlê nebin ew ê Waliyê Kerkûkê hilbijêrin.

YNK BI TIRKMEN Û EREBAN RE RÛNIŞT

Alîkarê Serokê Navenda Bajêr a Kerkûkê yê YNK'ê Rawend Mela Mehmûd got ew ji bo ku walî were hilbijartin û li Kerkûkê rewş normal bibe hevdîtinan dkin û got, ''PDK bi biryara Polîtbûroyê qebûl nake ku Meclîsa Bajêr a Kerkûkê bicive. Ereb û Tirkmen jî dibêjin ku Kerkûk baş nayê rêvebrini û dixwazin ku ev rewş baş bibe''.

PDK dixwaze meqamê bajêr li gorî dengên pêkhateyan werin parvekirin lê Ereb û Tirkmen dixwazin qoltixên li Kerkûkê di navbeyna Kurd, Ereb  û Tirkmenan de li gorî esasê 32 ji 100'î were parvekirin.
Rayedarên YNK'ê ji bo Waliyê Kerkûkê were hilbijartin li Kerkûkê serdana kom û partiyên Tirkmen û Sinî kir. Li gorî jêderên YNK'ê hevdîtinên duh baş bûne. Şîrovekarên siyasî diyar dikin meseleya walîtiyê wê wiha bi rehetî çareser nebe.

PAWEL: DIVÊ KURD BIBIN YEK

Kurê mezin ê Mam Celal Pawel Talabanî jî qest ji civîna Meclîsa Bajêr a Kerkûkê kir û goto ,''Di demeke kurt de em ê meqamê Walitiya Kerkûkê bistînin. Divê hemû aliyên Kurdistanê bibin yek. Hemû aliyên siyasî bi yek dengî divê em li Kerkûkê parastina we bikin û heqê xwe bi paş ve bistînin.''
Li ser kabîneya nû ya Bexdayê ku wê were avakirin Talabanî got, ''Heke Kurd bibin yek dikarin her tiştî bikin.''
Li ser têkiliyên bi PDK'ê re jî Talabanî got, ''Ne tenê bi PDK'ê re bi hemû partiyên siyasî re têkiliyên me baş in. Kurd bi hev re dikarin gelek tişan bikin. Heke em nebin yek hine din wê fersendê bibînin û dikarin ziyanê bidin me.''