Li Navenda Giştî ya Tevgera Goran ya li Girê Zergete ya Silêmaniyê, di saet 16:00'an de Konseya Hevbeş a Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) civiya. Piştî civînê Konseya Hevbeş a Tevgera Goran û YNK'ê daxuyaniyekî nivîskî weşand.
Konseya Hevbeş a Tevgera Goran û YNK'ê ragihand ku piştî aktîvkirina parlamentoyê, bi temamî amadekarî ji bo pêk anîna referandûm bê kirin û wiha tê gotin: "Di civînê de biryar hate dayîn ku, piştî aktîvkirina parlamentoyê amadekariyên temam ji bo pêk anîna referandûmê ya ji bo serxwebûnê bên kirin. Bi beşdarbûna herêmên ji Herêma Kurdistanê hatine veqetandin. Di civînê de li ser hikûmeta xwecihî ya Helebce, Silêmanî, Germiyan û Raperîn hate rawestandin.”
Parlementoya Herêma Kurdistanê ji 12’ê Cotmeha 2015’an ve girtiye. Kirîza ku bi rê nedayîna Serokê Parlementoyê Dr. Yûsif Mihemed ê ji Tevgera Goran re destpê kirî hê jî dewam dike.
Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û YNK ku rojnê bihurî li hev civiyabûn, parlemento di bin serokatiya Dr. Yûsif Mihemed de bê vekirin, pêşniyar hatibû kirin ku di rûniştina duyemîn de ji bo parlemetoyê seroke nû bê hilbijartin. Goran ev pêşniyar red kiribû.