YJK-E û NAV-DEM: Em bi rengekî xurt tevlî meşa Kolnê bibin

Li dijî êrîşên dagirer ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Bakurê Sûriyê çalakiyên li Ewropayê didomin.

27’ê Çile di serî de Elmanya li Ewropa û gelek welatên dinyayê wê çalakiyên protestoyî çêbibin.

Yekîtiya Jinên Kurd ên li Elmanyayê (YJK-E) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-DEM) li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ji bo banga tevlêbûna çalakiyên 27’ê Çile daxuyanî dan.

YJK-E û NAV-DEM’ê diyar kirin li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê 27’ê Çile, Şemiyê li Kolnê Eberplatzê saet 10.00’an wê meş û mîtîngek navendî were kirin û hate xwestin ku Kurdistanî bi giyan û hişekî netewî tevlî van çalakiyan bibin, her wiha bang li derdorên sosyalîst jî hate kirin ku weke Kobanê bi hevgirtineke dirokî tevlî çalakiyên Kolnê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Em weke Platforma Xwedîderketina Efrînê bi hemû hêza xwe bi biryardarî xwe li têkoşînê dipêçin û li dijî eniya paşeverû ALAYA BERXWEDANÊ YA EFRÎNÊ RADIKIN’. 27’ê Çile ya 2018’an di meşa mezin a Kolnê de divê em kuçeyan tije bikin.

Em weke Plattorma Xwedîderketina Efrînê, em bang li hemû demokrat, şoreşger, sosyalîst, muxalîf, jin, zarokan dikin ku 27’ê Çile bi dirûşma ‘Her der Efrîn her der berxwedane’ neçin ser kar, kargehan venekin, deriyê mala xwe bigirin, derkevin derve û tevlî meşa girseyî ya Kolnê bibin.’’