YJA Starê li Avaşînê li dagirkeran da: 3 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên YJA Starê li herêma Avaşînê derbeke 'xurt' li artêşa Tirk a dagirker xistine. Li gorî daxuyaniyê, 3 dagirker di encama çalakiyê de hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

13'ê Nîsanê saet di 18:13'an de hêzên me yên YJA Starê dagirkerên li Girê Şehîd Dilgêş xistin bin kontrola xwe û bi çekên giran lê dan. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li du çeperên li ser gir hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û sîstemeke kamera mobesse hatin îmhakirin.

13 û 14'ê Nîsanê qadên Girê Cûdî û Girê FM ên herêma Zapê bi balafirên şer û ji aliyê qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin.

14'ê Nîsanê saet di navbera 16:00-22:30'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Werxelê û Şehîtlîkê geriyan. Heman demê qada Werxelê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

14'ê Nîsanê saet di navbera 14:05-21:40'î de li herêma Zapê qadên Karker, Cehennem, Şikefta Birîndaran, Kurojahro, Şehîd Şahîn û Şehîd Rustem 23 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Heman rojê saet di 21:30'î de qada Kunîşka ya herêma Zapê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin."