YJA Starê li Îdirê lê da: Leşkerek hate kuştin
Gerîlayên YJA Starê li Îdirê çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Gerîlayên YJA Starê li Îdirê çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: "Roja 3'ê Adarê saet di 15:30'î de hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, li dijî leşkerên li qereqola Xorxan a Îdirê çalakî kirin. Di çalakiya sûîqestê de leşkerek hate kuştin."