YJA-Star: Jibîrkirina îxanetê hevkariya zilmê ye

Fermandariya Şengalê ya YJA Starê ji bo salvegera 3’yê Tebaxê Qirkirina Şengalê daxuyaniyek da û got, ‘’jibîrkirina îxanet û bobelatê hevkariya zilmê ye’’.

Fermandariya Giştî ya YJA-Starê di salvegera 4’an a êrîşên qirker ên bi destê DAIŞ’ê yên bi ser Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî da û got, gelê Êzîdî di van 4 salan de ji nav qirkirinê dest bi avakirina jiyenek nû û xweser ava kirine.

Daxuyaniya Fermandariya YJA Starê ya Şengalê wiha ye:

Di salvegera 4’an a fermana 73’an de ku bi navê DAIŞ’ê li gelê me yê Êzîdî hatiye ferzkirin ,ku li cografyaya Şengalê di têkoşîna parastina jinên Êzîdî û jiyana azad û demokratîk de û di berxwedaniya wê de bi rihekî fedaî li dijî vê qirkirinê li ber xwe dane di şexsê Henna de hemû jinan û gelê xwe, di şexên heval Bêrîvan, Têkoşîn, Amed û Bawer de hemû hevrêyên şehîd bi bîr tînin. Li van xakan ku xwedavendan li van deran text danîne, têkoşîna ku hevrêyên me bi xwîna xwe ta bi ta honane, heta ku yek jin û zarokek dîlgirtî nemîne û heta ku jina Êzîdxanê bi vîna azad siberoja xwe ava neke, em sond dixwin ku bi sonda tolhildanê têkoşîna xwe serfiraz bikin.

JIBÎRKIRINA ÎXANET Û BOBELEATÊ HEVKARIYA SÛC E

Di van sê salên dawî de, li dijî komkujî û bobelatên ku hatine ferzkirin, ji bo ku em rûmeta jinan û gelê xwe biparêzin û ji bo ku di dîrokê de cihê ku heq dike bibîne me têkoşîneke dijwar dida. Li Şengalê, di serî de jin, fermana ku li ser gelê me hatiye ferzkirin di bîra mirovahiyê de nayê jibîrkirin. Em hêza parastina rêxistinî ya xeta azadiyê YJA-Star dibêjin, jibîrkirina îxanetê û bobelatê hevkariya li zilmê ye. Ên ku ev êş bi gelê me dane jiyîn û hê jî di wê xefletê de ne ku wê didomînin, divê bizanibin ku sonda me ya li hevrêyên me yên şehîd e û li hemû jin û zarokên ku niha di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî ye, ku em vê îxanetê bikin hişmendî û hêza rêxistinî ya jinê, trajediya fermanê em bikin helwesta têkoşer a li dijî komkujiya jinê û bikin mîsogeriya avakirina serfiraziya azadiyê.

HETA KU SIBEROJÊN AZAD WERIN AFIRANDIN..

Di sala pêşî ya fermanê de, em tevgera azadiyê, me êrîşa qirkirinê ya herî mezin a sedsala 21’ê rawestand. Di şertên pir dijwar de bêhn li me diçikiya û me li ber xwe dida. Di salvegera pêşî de Şengal hate azadkirin. Di vê rêyê de bi dehan hevrêyên me yên fedaî yên jin ber bi bêdawiyê ve çûn. Heman salê hêza parastinê ya jinên Êzîdî YJŞ hate avakirin. Hêza wê ya rêxistiniya civakî TAJÊ hate rêxistin. Niha bi pêşengiya jinê pergala xweser a demokratîk hate sazkarkirin. Heta ku siberoja azad a van xakan were avakirin, bi jinên Êzîdî re mil bi mil têkoşîn peywira me ye û sonda me ya ji bo şehîdan e ku em li dijî wan ên ku ev ferman rewayî jina Êzîdî dîtin her gavê rêxistiniyê geş bikin.’’