YJŞ'ê salvegera rizgarkirina Şengalê li civaka Êzidî pîroz kir

Fermandariya YJŞ'ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir û bang li civaka Êzidî kir ku ji bo mezinkirina destketiyan, têkoşînê xurt bike.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya 13'ê Mijdarê roja rizgarkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya înternetê weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji 3'ê Tebaxa 2014'an heta 13'ê Mijdara 2015'an ya rizgarkirina navenda bajarê Şengalê berxwedan û têkoşîneke bê hempa hatiye meşandin û hat gotin, "Bi dehan hevrêyên me bi qehremantiyên mezin şer kirin û gihîştin şehadetê. Her wiha , pewiste rizgarkirina Şengalê bi rojekê neyê nirxandin û bê zanîn ku 13'ê Mijdarê şanîkera şênber a ked, fedakartî û bi biryarbûna yanzdeh mehan a ku di kolanên Şengalê têkoşînekî sîng e sîng hatiye meşandin e."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li gel vê nirxandinê, dema mirov mêze dike di civaka Êzîdî de jina ku bê ziman hatiye hiştin, ji azadiya xwe ya bilêvkirinê bê par maye û piştî êrîşên çeteyên hov ê DAIŞ di suka û bazaran de layikî firotin û kirînê bûn, di berxwedana Şengalê de cihê xwe girt û soza tolhildanê da. Bi vê re xwe têr nedît û bi biryar, îdîa û berxwedaneke mezin di pêşengtiya hêzên YPJ'ê û YJA-STAR’ê de wek jinên Êzîdî xwe birêxistin kir, bi nasnameya YJŞ'ê re di berxwedanê û rizgariya Şengalê de cihê xwe girt. Ji ber vî awayî berxwedana Şengal, di gihandina nasname û azadiya xwe de, li hemberî hişmendî, barbartiya DAIŞ'ê bûye gaveke dîrokî û bingeha azadiyê danîne.

Li ser vê esasê pêwîste mirov di vê zanistiyê de be ku, rizgarkirina Şengal di encama berxwedana bê hempa ya 11 mehan de hatiye afirandin û ev roj wek desketiyeke keda Rêbertî û şehîdên me hatiye avakirin. Ji bo vê, bi wate û girîngiya vê rojê, em 13'ê Mijdar’ê li tevahî civaka xwe ya Êzidî pîroz dikin û ji bo ku ev desketiyên me pêl bi pêl mezin bibe û bi serketinê tacîdar bibe di bingeha jiyanek azad û demokratîk de, em banga tevahî gelê xwe dikin ku berpisyariyê dîrokî bidin ser milê xwe û tekoşînêkê hîn xurtir bikin."

Tevahiya daxuyaniyê li vê lînkê dikare bê peydakirin: