Yildirimê 80 salî hate girtin

Beşîr Yildirimê 80 salî ku li gundê Timoqê îşkence lê hatibû kirin, hat girtin.

Beşîr Yildirim (80) ê ku di serdegirtina leşkerên Tirk a di 31'ê Adarê de li gundê Timoq ê navçeya Hezo ya Êlihê hatibû destgîkirin. Yildirimê ji bo pêkanînên kontrolê yên edlî îmze bike çû midûryeta polîsan li wir carek din hate destgîkirin. Yildirim bi daxwaza girtinê sewqî Edliyeya Cezayê ya Sulhê hat kirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê ye" hat girtin.

Yahya Karabaş ê ku di 15'ê Nîsanê de li Gundê Timoqê ji aliyê leşkeran ve 4 rojan rastî îşkenceyê hat, cara sêyemîn jî hat destgîkirin û piştre hate girtin.

Dorpêç û êrîşên dewleta Tirk ên li ser gund dewam dikin.