'Yên ji Şengalê reviyan, mafê wan nîne li ser Şengalê baxifin'

Gelê Şengalê destnîşan kirin, ku yên ew di nava lepên DAIŞ'ê de hiştin û reviyan, mafê wan nîne tiştekî li ser Şengalê bêjin.

Gelê Şengalê ji ber êrîş û dagirkirina çeteyên PDK û AKP'ê yên li Xanesorê, bi hêrs in.

Birayê Şehîd Şoreş yê ku di encama êrîşa çeteyê PDK’ê de şehîd ket hêrsa xwe bi van gotinan anî ziman: "Ez îro serbilindim ku birayê min li ser rêya Ezidatiyê û Tawusê Melek şehîd bûye. Ev komên hatine şerê me dikin dixwazin me Êzidiyan xilas bikin. Ev plan ji aliyê Mesûd Barzanî ve hatiye çêkirin. Dema Mesûd li gel Erdogan civiya ev plan saz dikirin, wek dema fermanê çawa hatiye saz kirin ev jî bi wî rengî bû."

Welatiyê bi navê Feqîr Xelef daxwaza aramiyê kir û wiha got: "Me digot DAIŞ ji me dûrketiye gelek başe, lê me nizanî wê DAIŞ’ek din were. Em dixwazin ev şere bi sekine û pêş nekeve. Bi hezaran keç û jinên me di destê dijmin de ne. Her kesê bixwaze biçe şer bike va DAIŞ, gel wan şer bikin. Ne wêrin li gel me şer bikin û şer bînin deriyê me."

Dayika bi navê Xezal jî hêrsa xwe ya hemberî Barzanî van gotinan anî ziman: "Li şûna ku Mesûd Barzanî em xelas kiriban em firotin. Em Barzanî wekî  DAIŞ’ê resen dibînin, ji bilî Barzanî ti DAIŞ nînin, bila her kes vê zanibe. Tirkiye di dirokê de gelek ferman anîne ser gelê me ye Êzidî û niha jî bi rêya Barzanî dixwaza fermana me rake. Ka binêrin dijminatî çawa ya û bi çi rengî ye. Her roj destê Mesûd û birakê wî Erdogan di destê hev de ne, ji ber wê yekê wisa li me dikin û dixwazin qira Êzidiyan. Ez tiştek ji Barzanî dixwazim; tenê bila neyê lîstoka û vî fikrê xwe ye qirêj ji sere xwe derbixe."

Di dawiyê de jî dayik Xezal wiha got: "Bila her kes bi zanibe PKK ji Şengalê dernakeve û PKK Şengal bi xwîna xwe av da. Eer PKK derbikeve ji Şengalê pî yê me jî li pî yê wan e, em yek ruh in." 

Dayika bi navê Emşê bal kişand ser hevditînên Barzanî yên her wext li Tirkiyê û wiha got: "Çi dema Barzanî serdana Tirkiyê kir bila wê demê Êzidî bizanibin ku tiştek bi serê wan were. Ger were bi ser milk û malên me de bigire û were zarokên me li mal de qetil bike qebûl nakin. Niha wek destpêka fermana 2014’an tê bîra me. Bang li mirovahiyê dikim ma wicdanê însaneyitê miriye, ma kes nîne bela van ji me veke, me çi kiriye wisa li me dikin."

Emşê bal kişand ser mayina PKK li Şengalê û destnîşan kir, ku divê her eks baş bi zanibe PKKê ji Şengal dernakeve û ger derket jî ew ê jî bi wan re derkevin. Emşê got: "Niha dixwazin fermanek din were ser sere me. Lewma dibêjin bila PKKê derbikive, duh bû bûyera 3’ê Tebaxa 2014’an pêşmerge em hemû di destê dijmin de hêlan û reviyan. Niha çi ji me dixwaza, ti hêvî û daxwazek me ji Barzanî tine ku werin me biparêzin yan jî parastina me bikin. Bila bilez û bez qeweta xwe ji vir bi kişînin, ger şerm û fediya wan heba tu carî navê Şengal ne dianin ziman û qala wê e dikirin. Ger pêşmerge li vir bimînin wê şerê cihanê li Şengalê de dest pê bike. Çiqas tank û topê Barzanî hebin jî ya me jî qeweta me Tawusê Melek e."

Dayika bi navê Koçer jî wiha got: "Em ji ti kesî natirsin û heta dilopa xwîna meya dawî jî em nahêlin PKKê ji vir biçe. Ji ber ku yên em ji her şêweyê qirkirinê xilas kirin PKK’e bû."