‘Yên bi navê pêşmerge serkêşiya leşkerên Tirkiyê dikin ne pêşmerge, caşin’

Pêşmergeyê Dêrîn Omer Hacî Hisên bertek nîşanî xiyaneta PDK’ê ya bi navê pêşmerge dike da û got, “Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê hewl dide statuya Herêma Kurdistanê tune bike.”

Pêşmergeyê Dêrîn û Welatparêz ê ji bajarê Kerkûkê Omer Havî Hisên têkildarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK’ê dike ji ANF’ê re axivî.

‘DAGIRKERÎ BI SERKÊŞIYA HIŞÊ EŞÎRGERAYÎ Û XIYANETKAR A KURD TÊ KIRIN’

 Hisên bi behskirina derbarê armanca li pişt êrişên dewleta Tirk a dagirker û metirsiyên wê dest bi axaftina xwe kir û got, “Em pêşmergeyên dêrîn wek kesên welatparêz û kesên ku bi qasê 47 salan weke pêşmerge me xebat û têkoşîn kiriye, em dikarin bêjin ku 3 armancên sereke yên van êrişên niha yên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kurdistanê heye; armancên wan eve ku ev êrişa Tirkiyê bi serkêşiya hişê eşîrgerayî û hêza xiyanetkar a Kurd tê kirin. Dubare Kurd di metirsiyê de ye û dewleta Tirk û hikumeta Iraqê ji bo tunekirina statuya Herêma Kurdistanê di nava amadekariyê de ne.”

‘TIRKIYE BI HEVKARIYA PDK’Ê HEWL DIDE STATUYA HERÊMA KURDISTANÊ TUNE BIKE’

Pêşmergeyê Dêrîn Omer Hacî her wiha behsa hevkarî û xiyaneta PDK’ê ya bi dewleta Tirk re kir û ragihand, “Li rex tevger û êrişên dewleta Tirkiyê, hikumeta Iraqê hewl dide statuya Herêma Kurdistanê ku berhemê keda bi deh hezaran şehîd e tune bike, lê ti welateke herêmê û cîhanê nikare statuya Herêma Kurdistanê tune bike, tenê Kurd dikare ji navxweyî ve Herêma Kurdistanê tune bike. Ji bo vê jî Tirkiye bi hevkariya PDK’ê hewl dide statûya Herêma Kurdistanê têk bide û tune bike.”

‘PKK LI PÊŞIYA PROJEYA DAGIRKERIYÊ YA OSMANIYA NÛ ASTENG E’

Hisên bal kişande ser rola PKK’ê ya li hemberî dagirkeriyê û wiha pêde çû; “Dewleta Tirk ku niha rolê dewleta Osmanî ya nû dilîze, hewl dide li herêmê navçeyên di bin hegemoniya xwe de berfireh bike û axeke zêde dagir bike. Astengiya li pêşiya vê planê jî Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd ya bi pêşengiya PKK’ê ye. Tevgera azadîxwazî ya PKK’ê kariye di çarçoveya modeleke demokratîk û bihevre jiyana gelan ji bo azadiya gelê Kurdistanê xebat bike ku ew yek jî bûye sedemê astengî li pêşiya projeya Osmaniya nû.”

‘PÊWÎSTE LI DIJÎ XETA XIYANETÊ BISEKININ’

 Omer Hacî Hisên di dewamê de behsa armanceke din a êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û got, “Ya ku em wek pêşmergeyên dêrîn rexne dikin, hişêmendiya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ye. Bang li hemû ew hevrêyên xwe yên bi salan em bi hevre li dijî rejîma dirinde ya Baas di nava têkoşîneke dijwar de bûn dikim ku pêwîste weke pêşmergeyên dêrîn piştewanê hevrêyên me yên PKK’ê bin û pêwîste li dijî xeta xiyanetê bisekinin, da ku careke din proseyeke wek Enfal derbas bikin ku heya niha me derbas nekiriye.”

‘ZENGILEKE JI BO HIŞYARKIRINA KURDÊN WELATPARÊZ’

Hisên her wiha îşaret bi êrişên hemwext ê hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê kir û wiha axaftina xwe domand; “Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker û faşîst êrişî Herêma Kurdistanê dike, hikumeta Iraqê jî êrişî gelê me yê Êzidî li Şengalê dike. Her wiha hikumeta Sûriyê jî li dijî Kurdan dest bi êrişan kiriye. Ew hemû bûyerane zengileke ji bo hişyarkirina Kurdên welatparêz. Yekane rêya sekinandina li hemberî dijmin û dagirkeran, yekrêziya gelê Kurd e.”

‘EW HÊZÊN SERKÊŞIYA LEŞKERÊN TIRKIYÊ DIKIN CAŞIN’

Di dawiyê Pêşmergeyê Dêrîn ê Kerkûkî Omer Hacî Hisên wiha serkêşiya çekdarên PDK’ê ya ji bo dagirkerên Tirk dikin pênase kir, “Yên îro bi navê pêşmerge serkêşiya leşkerên Tirkiyê dikin, em wan weke pêşmerge nabînin. Pêşmerge ew kesin ku li Iraq, Tirkiye û Îranê li dijî dagirkeran sekinîne, ne ew kesên ku niha hevkariya dagirkeran dikin. Yên bi navê pêşmerge di eniya dijmin de be, yekane têgîna ku em ji bo pênasekirina wan bikar bînin têgîna ‘caş’ e.”