Yekîtiya Neteweyî wê di 15'ê Tîrmehê de li Silêmanî bê nîqaşkirin

KNK'ê bi civîneke çapemeniyê ragihand, platforma nirxandina yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê di 15-16'ê Tîrmehê de bi beşdariya 300 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê wê li Silêmanî li hev bicive.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li ser rewşa dawî ya xebatên têkildarî avakirina platforma nîqaşê ya li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd, li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Alîkarê Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade beriya civîna çapemeniyê daxuyaniyeke kurt da û bibîr xist, ku wan bi dehan hêz û partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê dixebitin hevdîtin kirine û got, "Em spasiya her kesên ku piştgirî dane vî karî dikin. Bijî yekîtiya gelê Kurd."

Piştî axaftina Kemalîzade, endama Konseya KNK'ê Perwîn Ezîz daxuyanî da û anîz iman, wan di sala 2016'an de biryara destpêkirina vî karî dane. Ezîz got, "KNK'ê di Îlona 2016'an de li bajarokê Kara Încîr ê Kerkûkê civînek lidar xist. Di vê civînê de biryar hate girtin ku platformeke hevpar a li ser nirxandina yekîtiya neteweyî ya Kurd bê avakirin. Di çarçoveya vê biryarê re roja 12'ê Hezîrana 2017'an me li Silêmanî dest bi vî karî kir."

BI HÊZ Û PARTIYÊN LI ÇAR PARÇEYAN RE HEVDÎTIN HATIN KIRIN

Ezîz diyar kiri wan bi partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re hevdîtin kirine, ev hevdîtinên wan hê jî dewam dikin û got, "Heyetên ji aliyê KNK'ê ve hatin avakirin, bi partiyên siyasî yên li Kurdistanê re rûniştin. Danûstandin û hevdîtinên heyetên me yên bi part û hêzên siyasî yên li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re dewam dikin. Di encama vî karê hêja de biryar hate dayin, platformeke hevpar a ku mijara yekîtiya neteweyî li ser bê nîqaşkirin were avakirin. Di nava du hefteyên pêşiya me de, heyeta KNK'ê wê bi rewşenbîr, akademîsyen û hunermendên li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk, Helebce û cihên din re hevdîtinê bike."

'JI BO GELÊ ME GAVEKE MEZIN E'

Ezîz got, "Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku li Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn bûyerên ewçend girîng diqewimin, xebatek ji bo yekîtiya neteweyî gelekî girîng e" û wiha dewam kir: "Piştî ku ev karê me di nava du hefteyên pêş de qediya, em ê di 15-16'ê Tîrmehê de bi beşdariya 300 kesên ji partiyên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen, kesayetên welatparêz û beşên cuda yên civakê dest bi karê platforma nirxandina yekîtiya neteweyî bikin. Wezîfeya sereke ya her partiyeke siyasî û kesayetekî welatparêz ê Kurdistanî ye ku piştgiriyê bide vî karî. Em hêvîdar in ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê me,w ê ev gava girîng were avêtin."

Civîna çapemeniyê bi pirsên rojnamevanan û bersiva ji bo pirsan dewam kir.