Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransa, bang kir ku 7’ê Çile li Parîsê bin

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê îro daxuyaniyeke nivîskî da, ji bo jinên şoreşger Sakîne Cansiz ,Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku li Parîsê hatibûn kuştin dadmendî xwest.

Di daxuyaniyê de ji bo jinan hate gotin, ‘’Ew  bûne nûnerên têkoşîna azadiya jinê ya ku mezin dibe û ji paşeroja ber bi paşerojê bûye pir’’ û bi berdewamî:

‘’Di salavgera 4’an a Komkujiya Parîsê de daxwaza me ya dadmendiyê hê jî li kuçeyan olan dide. Beriya salvegera vê komkujiyê çend roj biminînin, ku ev komkujî ro bi nîvro li naverasta Parîstê hate kirin, tekane tetîkêş bi mirineke jirêzê ji holê hate rakirin. Li gel ku hê hêrsa me ya li dijî komkujiyê nedanîbû, ji ber sedema ku dadmendî pêk mehatiye û berpirsên rastîn hê derneketine holê, ji ber sedema mirina tetîkêş, herka pêvajoyê ya ber bi şîlobûna dozê, hêrsa me mezintir dike. Lê em weke şopdarên vê dozê û lêgervanên dadmendiyê em ê radestî vê rewşê nebin.

Desthilatdariya AKP-Erdogan bi êrîşkariyeke hişk li Kurdistanê û Tirkiyê bi ser gelên me, jinan, ciwanan û hemû çewisandiyan de diçe. Bi êrîşên ku bi destê DAIŞ’ê têne kirin, komkujî têne jirêzêkirin, bi atmosfera tirsê ya çêdikin, nahêlin ku însan kêf û şahiyê jî bikin. Êrîşên li ser jinan jî bi hemû lez û beza xwe didomin. Êrîş û komkujiyên bi ser jinên polîtîk jî ib sedema pêşîlêgiriya serhildana jinê ye.’’

Tam jî weke 9’ê Çile li Buroya Enformasyonê ya Kurd bi komkujiyê çawa ku mesaj hate dayîn, rastî jî niha bi vî rengî ye. Destên ku ew qetil kirin, bi bazarên xayin, tetîkkêşiya hevkariya qirêjî kirin. Ev komkujî ne ji polîtîkayên bazarên qirêjî yê mêtingeriya Tirk û di serî de Fransa ne jî ji ya emperyalîzma Ewropa bêrî ye.

Yek ji ya ku hatî kuştin Sakîne Cansiz, endameke damezirîner a PKK’ê bû, di dema 12’ê Îlonê de, di zindana Amedê de, weke jineke şoreşger bi berxwedaniya xwe ya li dijî êşkenceyê hate nasîn. Fîdan Dogan, nûnerê KNK’ê yê Parîsê, Leyla Şaylamez jî yek ji jina ciwan a milîtan û ciwan a Kurd bû.’’

 ‘AZADIYA KURDAN Û HIŞYARBÛNA JINÊ KIRIN HEDEF’

Di daxuyaniyê de hate gotin, bi Komkujiya Parîsê re hem azadiya Kurdan û hem jî şiyarbûna jinê hatiye hedefkirin û bi berdewamî, ‘’Jinên ku bi salan hatine bêdengkirin û pirnisandin, dema ku bi têkoşîna xwe ya azadiyê û berxwedaniya xwe li dijî mêtingeriyê bû barîkat, faşîzmê ev ranagirt û bi vê êrîşê re careke dî ji rêbazên xwe yên qirêj hêvîdar bûne. Lê kêferateke belesebep e. Va têkoşîna jinê ya ji wê demê û heta niha li holê ye.’

Di daxuyaniyê de hate gotin:

‘’Sakîne, Fîdan, Leyla, Yelîz, Şîrîn, Sêvê, Pakîze, Fatma, Gunay, Dîlek, Dîlan, Ekîn..navên wan di têkoşîna me ya azadiya jinê de weke sîmgeyên ku qet serî netewandine, wê her tim weke abîdeyên rûmetê bijîn. Ew; bûne Yelîz û Şîrin bûne sembola berxwedaneke bêhempa. Bûne Ekîn Wan û bi bedena xwe bûne nûnerê rûmetê. Sêvê, Pakîze û Fatma li cem gelên xwe bûne geşkerê serhildanê..û gelekên din bi vê şervaniya wê biryargehên zilmê hilweşînin…

Em pê dizanin têkoşîna azadîxwaz û wekhevîxwazan wê dadmendiya rasteqîn pêk bîn.. Lê nobedarên tarîtiyê divê bizanibin her guleya ku hûn bavêjin, wê bi serhildanên mezintir .ên jinan li wan vegere.

Em jin, em şînê nadînin..

Em jin, bi çalakiyên xwe yên ku kuçe bi kuçe mezin dibin, bajar bi bajar, welat bi welat li dijî komkujiyan xwe li şêmugên deriyan dixin.

BANGA ÇALAKIYÊ

Di salvegera 4’an de ji bo komkujên Komkujiya Parîsê derkevin holê û dadmendî pêk were, ji bo ku li dijî komkujiyên li Kurdistanê û Tirkiyê dengekî xurt ê, ‘’NA’’ em derxînin, em bang li hemû jinên koçber ên li Ewropayê dikin ku 7’ê Çile li Parîsê bicivin.