'Yekîneyên Tolhildanê' li qereqola polîsan xistin

YPS û YPS-Jin di çarçoveya pêngava tolhildanê de li qereqola polîsan xistin. Li Stenbolê jî qemyoneke hevkarekî AKP'î hate şewitandin.

Daxuyanî wiha ye: "Di çarçoveya 'Pêngava Tolhildanê ya li dijî Sîxur-Hevkarî û Metingeriyê' ku bi navê YPS û YPS-Jin 5'ê Gulanê dest pê kir, êvara 8'ê Gulanê li kolana Melîkahmet a navçeya Sûrê ya Amedê li dijî Qerqola Polîsan a Sûrîçî çalakiyek hate ldarxistin. Bi bombeyan derb li qereqola polîsan a dagirker hate xistin. Yekîneyên me hejmara polîsên kuştî û birîndar ên di vê çalakiyê de zelal nekirin."

Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku şeva 28'ê Nîsanê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê qemyoneke hevkarê AKP'ê hate şewitandin.