Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Serhad Giravî Mamreşo çalakî kir

Çalakiya sabotajê ku li navçeya Artemêtan a Wanê di 14'ê Hezîranê de li hemberî stasyona bazê hate kirin, Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Serhad Giravî Mamreşo li xwe girt.

14'ê Hezîrana 2022'an saet di 00:30'î de li taxa Şamranalti ya navçeya Artemêtanê ya Wanê, li hemberî starsyona bazê ya navendî çalakiya sabotajê hate kirin. Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Serhad Giravî Mamreşo berpirsyariya çalakiyê li xwe girt.

Di daxuyaniya yekîneyê de hate gotin, "Stasyona bazê hate îmhakirin ku nema dikare bê bikaranîn. Jenerator, dîrek, cîhaz û konteynira stasyona bazê hatin îmhakirin û herî kêm bi 23 hezar dolarî xisara madî li stasyonê bû.

Piştî çalakiyê wesayiteke arkujiyê û wesayitên zirxî yên polîsên dewleta Tirk a dagirker ketin taxê û bi destwerdana hêzên me re dewriyeya polîsên faşîst hate astnegkirin. Hêzên me jî bi serketî gihîştin qadên xwe."